Xizmên windayan: Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin

  • 15:26 14 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED / ÊLIH - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan, li Amed û Êlihê bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiya xwe berdewam kirin. Xizmên windayan bertek nîşanî biryara beraeta bersûcên "Doza JÎTEM'ê" ya Enqereyê dan û gotin: "Ev biryarên pergala darazê yên bi vî rengî mixabin êşên me yên heyî qat bi qat zêdetir dikin." 
 
Xizmên windayan û Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 566’an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Nûner û rêveberên ÎHD û parazvanên mafên mirovan li pêş şaxa ÎHD'ê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin û qurnefil danîn ser wêneyan. Di çalakiyê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, Serokê CHP'ê yê Amedê Mehmet Sayin û gelek kesên din amade bûn. Di çalakiyê de Baroya Amedê, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Înîsiyatifa Heq û Odeya Tabîban a Amedê hevpar daxuyani dan. Li ser navê parazvanên mafên mirovan Endamê komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Hasan Yalçin, diyar kir ku ji bo aqûbeta kesên bi zorê hatin windakirin û faîlên wan bên darizandin bi salan in bê navber têdikoşin. Yalçin, anî ziman ku ji bo êşên civakî bên dermankirin divê bi ronîkirina heqîqetê pêkan be." 
  
Hasan , da zanîn ku îhlalên mafên mirovan ên pir giran pêk hatine û wiha axivî: "Dewlet û îqtîdara siyasî xwedî erke ku van binpêkirina mafan ronî bike. Li aliyê din jî pergala darazê tevî ew qas belge, delîl û agahiyan dîsa faîlan diparêze û bincil dike. Pergala darazê êşa heyî li şûna derman bike, qat bi qat zêdetir dike. Mînaka vê yekê "Doza JÎTEM'ê" ya Enqereyê ye. Di navbera salên 1993-1996'an de li Herêma Enqereyê 19 kes bi zorê hatin revandin û windakirin. Pergala darazê di van biryaran de mixabin, li xizmê windayan guhdar nakin." 
 
Hasan, xwest di bin baneya Meclîsê de Komîsyona Lêgerîna Heqîqetê û Xwerûbûna Paşerojê" bê avakirin û ji bo xebatê gav bên avêtin. Çalakî bi rûniştina 5 deqîyeyan bi dawî bû. 
 
Parazvanên mafên mirovan piştre gora Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) Vedat Aydin ê di 5'ê Tîrmeha 1991'an de ji aliyê JÎTEM'ê ve hat revandin û Madenê hat kuştin piştre li Deriyê Çiyê ji aliyê deh hezaran ve hat definkirin ziyaret kirin. 
  
Li Êlihê jî xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di hefteya 472’an de li pêş avahiya Komeleya ÎHD'ê ya Êlihê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên windayan dîsa pankarta "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" vekirin û wêneyên windayan rakirin. Di çalakiyê de parazvanê mafê mirovan û Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Ercan Başar, diyar kir ku bi daxwaza “Bila aqûbeta windayan bê ronîkirin, kesên ev êş bi malbatan dane jiyand8in bila bên cezakirin" dîsa li hev kom bûne û wiha got: "Em wekî parazvanên mafên mirovan, bang li rêveberên dewletê dikin. Em dibêjin bila edalet cihê xwe bibîne. Heta edalet pêk bê em ê vê têkoşîna xwe ya mirovî û li gorî hiqûqê berdewam bikin." -
 
Ercan herî dawî çîroka Serokê Federasyona Komeleya Xwendekarên Tirkiyeyê Îsmaîl Bahçecî yê di 24'ê kanûna 1994’an de li Stenbolê hat revandin û windakirin xwend û wiha got: "Ji bo di serî de Îsmail Bahçecî û hemû windayên din kujerên wan bên dîtin û darizandin divê îktîdara siyasî û hemû erkên dewletê erka xwe pêk bînin." 
 
Parêzvanên mafên mirovan piştî daxuyaniyê belav bûn.