Dayika Ziyan Karahan hat oxirkirin

  • 15:20 14 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Dayika edîtora MA yê Ziyan Karahan, Ayşe Karahan li Cizîrê hat oxirkirin.
 
Dayika edîtora ajansa Mezopotamyayê Ziyan Karahan, Ayşe Karahan ji ber nexweşîna pençeşêrê li Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ku jiyana xwe ji dest da, li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hat oxirkirin. Cenazeya Ayşe ku ji aliyê malbata wê ve li Amedê di nexweşxaneyê de hat hildan,  anîn Cizîrê. Cinaze di serî de anîn mala wê û li vir jî dan li ser milên xwe û birin Mizgefta Uluyê. Piştî nimêja hat kirin, cenaze şûnde hildan ser milan û anîn goristanna Asrî ya Cizîrê.
 
Ziyan Karahan, hevalên wê yên rojnameger, xizmên wê û gelek kes tevlî  merasîma cenazeyê bûn. Merasîma cenaze bi xwendina duayan bi dawî bû.