Komîna Gulê Selmo li Helebê civîn li dar xist

  • 15:03 14 Kanûn 2019
  • Rojane
HELEB - Komîna Gulê Selmo ya taxa Xerbî ya Şêx Meqsûd civîna xwe ya salane li dar xist.
 
Bidawîbûna sala 2019'an Kongreya Star a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ji komînan re civînên salane li hola civînê li dar xist. Di civînê de bi dehan endamên komîna Gulê Selmo û endamên Kongreya Star amade bûn. Hol bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hevrîn Xelef û şehîdên berxwedana rûmetê û alên Kongreya Star hatibû xemilandin. 
 
Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê raporek di derbarê sala borî de hat xwendin. Di raporê de rewşa siyasî, rewşa jin, rewşa rêxistinî û çalakiyên komînan hatibû nirxandin. Endama Komîna Gulê Selmo, Zeynep Elî axivî û wiha got: "Me civîna xwe ya salane li dar xist. Di van civînan de kar û barê salane em dinirxînin û cihê kêm mayî rexne dikin. Niha jî em ji bo sala nû amadekariyên xwe dikin."
 
Civîn bi nirxandinên kar bi dawî bû.