Bi boneya çaremîn salvegera MSD’ê komcivînek hat lidarxistin

  • 14:46 14 Kanûn 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Bi boneya çaremîn salvegera damezarandina Meclisa Sûriya Demokratîk komcivînek hat lidarxistin.
 
Bi boneya çaremîn salvegera damezrandina Meclisa Sûriya Demokratrîk (MSD), bi dirûşma "Meclisa Sûriya Demokratîk ber bi Sûriyek azad û wekhev" komcivînek li hola Nixbê ya taxa Til Hecer a Bajarê Hesekê hat lidarxistin. Koordînasyona giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Lîna Berekat, endama Rêvberiya partiya Yekîtiya jinên Suriyan Siham Qeryo, Rêveberî û Endamên saziyên civaka sivîl di komcivînê de kom bûn. Komcivîn ji aliyê Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne Omer ve hate birêvebirin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk Emîne çaremîn salvegera damezrandina MSD’ê pîroz kir û teqez kir ku Meclisa Sûriya Demokratîk rolek pir girîng di çareserkirina kirîza Sûriyê de dilîze û wiha dewam kir: "Di bin navê çareserkirina aloziya Sûriyê de, gelek dewlet li ser xaka Sûriyê hesabên navxweyî dikin, lê yên ku berdêla van hesaban didin gelên Sûriyê ne. Kirîza Sûriyê dê bi guftogoyên Sûrî-Sûrî were çareserkirin."
 
Emîneyê destnîşan kir ku Tirkiye dewleta herî zêde destwerdana rewşa Sûriyê kir û got: "Dewleta tirk tenê ji bo berjewendiyên xwe derbasî Sûriyê bû. Isbata vê yekê jî dîroka dewleta tirk, ji berî niha welatên ereban, herî dawî jî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kir. Niha jî bi îdîayên avakirina "herêma ewle" dixwaze herêmên aram ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.”
 
Paşê sinevîzyon li ser kar û xebatê salekê yên Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)’ê hat pêşkêşkirin.
 
Komcivîn bi niqaşên li ser rewşa siyasî bi dawî bû.