Li Mexmûrê dewreya perwerdeya Soranî dest pê kir

  • 14:30 14 Kanûn 2019
  • Rojane
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a  Mexmûrê dewreya perwerdeya zaravayê Soranî dest pê kir.
 
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) dewreya perwerdeya zaravayê Soranî ya bi navê Şehîd Jiyan, li Akademiya Şehîd Jiyan dest pê kir. Dewreya perwerdeya ku hat destpêkirin ji 16 kesan pêk tê. Bi qasî 20 rojan wê bidome. Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne dan diyarkirin ku pêwîstiya wan hemûyan bi fêrbûna zaravayên Kurdî heye.
 
'Pêwîstiya me bi fêrbûna zaravayê Soranî heye'
 
Mamoste Bêrîvan Ayaz ku jinên wargeha Mexmurê fêrî zaravayê Soranî dîke di derbarê perwerdeya Soranî de wiha got: "Despêkê me bi alfabaya Soranî dest p êkir. Em niha jî li Başûrê Kurdistanê dijîn. Ji bo wê pêwîstiya me bi fêrbûna zaravayê Soranî heye. Ev dewreya ku me daye destpêkirin ji xwendevanên seretayî, navîn, mamosteyên dibistanan û xebatkarên di saziyên cuda de kar dikin pêk tê."
 
'Bi fêrbuna zaravayê Soranî gelek kêfxweş im'
 
Jina bi navê Emîne di derbarê fêrbûna xwe ya zaravayê Soranî de wiha hestên xwe anî ziman: "Ez bi fêrbûna zaravayê Soranî gelek kêfxweş im. Bi taybetî jî ez û keça xwe bi hev re em beşdarî vê dewreya perwerdeyê bûne. Meraqa min gelek ji bo zaravayê Soranî heye."
 
'Her zimanek mirovek e'
 
Xebatkara bi navê Gurbet Îzer li ser destpêkirina perwerdeya zaravayê Soranî nêrînên xwe wiha anî ziman: "Em gelek kêfxweş in ku perwerdeyeke wiha hatiye destpêkirin, ji ber herêma ku em tê de dijîn pêdivî pê hebu ku em fêrî zaravaya Soranî bibin. Her zimanek mirovek e.  Di heman demê de ji bo em xwedî li Zimanê Kurdî derkevin divê em hemû zaravayên hîn bibin. Her mirovek kurd pêwîste hemû zaravayên Kurdî fêr bibe."