Kurdên Êzidî bi boneya Rojên Êzî pakrewanên azadiyê bi bîr anîn

  • 11:17 14 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞENGAL- Bi boneya Rojên Êzî yên Kurdên Êzidî yên Şengalê serdana goristanên pakrewanan hatin kirin.
 
Bi boneya Rojên Êzî yên Kurdên Êzidî yên Şengalê serdana goristanên pakrewanan hatin kirin. Di vê rojê de amadekarî tên kirin. Bi taybet nanê Sêvik ji aliyê jinan tê çêkirin. Li ser goristanan find hatin vêxistin û pakrewan hatin bîranînin. Di bîranînê de li ser navê Malbata Şehîdan Meyan Nasif axivî. Meyanê got:"Em ê her li şopa şehîdên xwe xwedî derkevin. Em hêvî dikin ku ev cejin bibe sedema rojên xweş û geş."
 
Pakîze Celal jî wiha got:"Em hêvî dikin ku ev cejin bibe wesîleya rojên azad û aram. Em hêvî dikin ku Gelê Kurd li ser axa xwe azad bijî."