Ji bo piştgiriya berxwedana rûmetê konser hat lidarxistin
- 11:07 14 Kanûn 2019
- Rojane
QAMIŞLO - Bi armanca piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê desteya çand û hunerê ya herêma Cizîrê konserek li dar xist.
Bi armanca piştgiriya berxwedana rûmetê, gelê Girê Sipî û Serêkaniyê Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê bi dirûşma "Bi çand û awaza me hêza me mezin dibe"konserek bi amadebûna hunermend Mîzgîn Tahir li dar xist. Konser li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya bajarê Qamişloyê hat lidarxistin. Bi dehan welatiyên bajarê Qamişloyê, sazî û dezgehên sivîl, Rêveberiya Xweser û hunermend beşdarî konserê bûn.
Konser bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Di konserê de hunermend Mîzgîn Tahîr û koma Botan a Çand û Hûnerê stranên xwe pêşkêş kirin.
Şahî bi dirûşma "Bijî berxwedana rûmetê" bi dawî bû.