Ayşe Karahan a ku tedawiya pençeşêrê didît, jiyana xwe ji dest da

  • 11:06 14 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ayşe Karahan a ku di jiyana xwe de her dem bi têkoşîna xwe derket pêş li nexweşxaneya ku tedawiya pençeşêrê didît, jiyana xwe ji dest da.
 
Dayika Editora Ajansa Mezopotamyayê Ziyan Karahan, Ayşe Karahan demek dirêj bû tedawiya pençeşêra memikan, dîdît. Ayşeyê do li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazi Yaşargil a Amedê jiyana xwe ji dest da. 
 
Ew ê cenazeyê Ayşeyê li Cizîra Şirnexê piştî nimêja esir li Goristana Asri ya Cizîrê bê definkirin.