'Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em li dijî tundiyê bisekinin'

  • 10:16 14 Kanûn 2019
  • Rojane
Tara Azîz
 
SILÊMANÎ - Di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya 16 rojî de bi pêşengiya Rêxistina Aştiyê ya Iraqê çalakiyên curbecur hatin lidarxistin. Jinên ku beşdarî çalakiya bûn axivîn. Jinan gotin:"Li dijî tundiyê ew ê hewildan û têkoşîna her dem bidomin."
 
Di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ya 16 rojî de rêzeçalakiyên curbecur bi pêşengiya Rêxistina Aştiyê ya Iraqê hatin lidarxistin. Herî dawî panel û pêşangeha wêneyan hat lidarxistin. Jinên ku beşdarî çalakiya bûn diyar kirin ku heta tundiya li dijî jinê bidome dê aliyekî civakê yê pêşketinê kêm bimîne û wiha got:"Ji bo tundî ji holê rabe û civak pêş bikeve divê em bi dilekî hevpar têbikoşin."
 
'Armanca me ew e ku jin beşdarî xebatên hemû qadan bibin'
 
Berpirsa Rêxistina Aştiyê ya Iraqê Doktor Sukîne wiha got:"Di çarçoveya pêngava 16 rojên tekoşîna tundî û tujî ya li dijî jinê de me xwest bi çalakiyek bi vî awayî pirsgirêkên jinan di nava civakê de bidin nîşandan. Armanca me ew e ku jin beşdarî xebatên hemû qadan bibin. Em gelek şanaz in ku li vê holê jinên ciwan amade ne û bi wêneyan êşan û xweyalên xwe xêz dikin. Ji ber ew pêşeroja civakê ne. Ez gelek kêfxweş im ku li vê derê dibînim ku jinên ciwan beşdar didin û hêviya ku ew ê siberojê hunera xwe pêşkeşî civakê bike, dide me. Jinên ciwan bi hunera xwe hatine vê meydanê û wêneyên xwe pêşkeş dikin. Li vir jinan êş û têkoşîna hemû jinên cîhanê di wêneyên xwe de dane der." 
 
'Ji bo civakek pêşketî hunerek pêşketî lazim e'
 
Jina bi navê Benaz Ferhat wiha got:"Em gelek kêfxweş in ku jin bi hunera xwe bi awayekî cuda behsa van mijarên hestiyar dikin. Li gora me huner dikare peyama me bi awayekî baş bigihîne xelkê. Jin bi hunera xwe pêş dikeve. Ji bo civakek pêşketî hunerek pêşketî lazim e."
 
'Divê em rê li ber jinan vekin'
 
Jina bi navê Şaciwan Cengî ya Wênesaz derbarê tabloyên xwe de wiha got:"Di hinek tabloyên xwe de min êşa jinên îşkence dîtine xêz kiriye. Ez hêvîdar im malbat ji bo zarokên wan ên keç pêş bikeve û di civakê de xwe bikaribe azad rave bike hewil bidin. Divê em rê li ber jinan vekin.  
 
'Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em li dijî tundiyê bisekinin'
 
Jina bi navê Hedil Ehmed wiha got:"Divê ne tenê di rojên taybet de divê her rojê em li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin. Dema em hêr kêliya xwe bikin têkoşîna li dijî tundiyê ew ê pirsgirêkên civakê hîn zû çareser bibe. Ji bo çareserkirina pirsgirêkan divê em li dijî tundiyê bisekinin."