Bi xerabûna rê re mizgefta dîrokî ya derket holê nehat lêkolîkirin

  • 09:24 14 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Mêrdîna kevn salek berê ji ber barana zêde riyek têk çûbû di bin rê de avahiyên dîrokî yên nû derketin holê. Ne şaredarî û ne jî saziyek din mudaxaleyê rewşê nekirin û rê saleke bi heman awayî tê sekinandin û mizgefta dîrokî ya derket holê jî nehat parastin. Hat hînbûn ku dibistaneke nêzî riya ku xera bûye jî ji ber ewlehiyê navber daye perwerdehiyê.
 
Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, Mêrdîna kevn a bi xanî û avahiyên xwe yên dîrokî navdar e, riyek wê sala borî têk çûbû û di encama vê de avahiyên dîrokî yên nû derketibûn holê. Mizgeft û berhemên dîrokî yên derketin holê saleke bi vê rewşê tê sekinandin. Heta îro ne walîtî, ne şaredarî û ne jî midûriyeta muzeyan tiştek nekirin, xebatek û restorasyonek nehat destpêkirin.
 
Dibistanê navber da perwerdeyê
 
Riya ku diçe taxê û dibistanê sala borî hilweşyabû û rê li trafîkê hatibû girtin. Dibistana Seretayî ya Îmam Hatîp a Dumlupinarê jî bi hinceta ewlehiyê saleke navber daye perwerdeyê.
 
Welatiyan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku tu tedbîr li derdorê nayê girtin û bi têkçûyina rê re mizgefta derket holê jî eleqeya turîstan dibîne.
 
‘Xebatkarên şaredariyê hesin da dora wê û çûn’
 
Esnafekî destnîşan kir ku dem bi dem ekîb hatine ji bo lêkolînê û lê heta niha ji bo avahiya dîrokî tu pêngav nehatiye avêtin. Esnafê ku navê wî alî ye wiha got: “Ev der hem dikeve herêma Walîtiyê hem jî dikeve ya şaredariyê. Sala borî ji ber barana barî rê têk çû û mizgefta dîrokî derket holê. Me ewil fêm nekir ku çi ye. Em nizanin wê niha çi be. Ji ber baharê dibe ku dîsa têk biçe. Kes mudaxale nake. Şaredariyê tenê hesin da dorê û çû.”