Li Şirnexê zarokek rastî îstîsmara zayendî hat

  • 09:22 14 Kanûn 2019
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Bajarokekî Şirnexê di demên borî de zarokê 15 salî xwişka xwe ya 8 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Piştî ku îstismar derket holê şûnde lêpirsînê dest pê kir. 
 
Hat hînbûn ku li Bajarokekî Şirnexê zarokê 15 salî xwişka xwe ya 8 salî bi îstismara zayendî rû bi rû hişt. Li gor agahiyên hatin bidestxistin ev îstismar berî 15-20 rojî hatiye kirin. Zarokê piştî ku bûyer ji mamosteyê xwe yê rehberê rave kir şûnde derket holê. Piştre mamoste û zarokê serlêdana sûc kir. Zaroka ku bi îstismarê rû bi rû hat hiştin li saziya parastina zarokan hat bicihkirin. 
 
Dayika zaroka ku bi îstismarê rû bi rû hat hiştin piştre çû saziya parastina zarokan û zaroka xwe paşve girt. Bavê zarokê ku îstismar pêk aniye jî sûcdariyê li dijî kurê xwe nepejirand. Zarokê ku îfadeya wî li Muduriyeta Emniyetê ya Şirnexê hat girtin, îtiraf kir ku wî îstismara zayendî li dijî xwişka xwe pêk aniye. 
 
Hat hînbûn ku ji aliyê dozgeriya Şirnexê ve lêpirsîn hatiye destpêkirin û dayika ku agahî da îstismara zayendî ya hatiye kirin, piştrast kir. Dayikê diyar kir ku ew ê dev ji mêrê pê re zewicîye berde û dev ji vê dozê bernade.