'Zarokên Kurd li ser hişmendiyeke demokratîk mezin dibin'

  • 09:21 14 Kanûn 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen 
 
HELEB - Ji Rêveberiya Dibistana Alan Mihemed, Kewser Bîro li ser perwerde û zimanê dayikê axivî û got: "Zarokên me li ser hişmendiya jiyanek azad û demokratîk tên perwerdekirin."
 
Ziman hebûn û nasnameya mirovan e. Dema li welatan şer dest pê dike yekem armanc çand û ziman e. Qirkirin yekem bi zimanê mirovan dest pê dike. Zimanê kurdî jî her hatiye qedexekirin. Heta niha perwerdeya azimanê Kurdî li hin dewletên weke tirkiyeyê û îranê qedexe ye û cezayê axaftinê jî heye. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev zihniyet têk çû û hemû pêkhate bi zimanê xwe û çanda xwe azad dijîn. Dema şerek diqewime  em dibînin dibistanên zarokan  tên armanckirin. Ji ber dibistan cihê exlaq û hînbûyinê ye û nifşê pêşeroja azad jê tê avakirin. Têkîldarî mijarê ji Rêveberiya Dibistana Alan Mihemed a taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê Kewser Bîro axivî. 
 
'Ziman hebûna mirovan dide diyarkirin'
 
Kewserê di destpêkê de êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kir û wiha got: "Dema şerek li ser gel hebe yekem zimanê dayikê hedef tê girtin. Em wek mamosteyên zimanê kurdî yên KPC-D, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin û soza parastina zimanê dayikê nû dikin. Di êrîşan de dema gel bindest dibe yekem zimanê zikmakî tê çewisandin. Ziman hebûna mirovan dide diyarkirin. Dema zimanê dayikê tune be hebûn, çand û dîrok jî tune ye û bi qirkirinê re rû bi rû ye."
 
'Tirsa dewleta tirk ji zarokên kurd heye'
 
Kewserê diyar kir ku dewleta tirk dema êrîş kir yekem dibistan armanc girt û  wiha domand: "Di şerê 9'ê cotmehê de yekem dibistan û zarok hatin hedefgirtin. Zarokên ku bi çanda dayikê mezin dibin hatin qetilkirin. Zarokên me li ser hişmendiya jiyanek azad û demokratîk tên perwerdekirin. Ji bo wê herî dawî zarokên Efrînê li Til Rifetê hatin armancgirtin, ji ber dagirkeriya dewleta tirk ji zarokên kurd ditirsin."
 
'Divê cîhan li hember kuştina zarokan bisekinin'
 
Kewserê destnîşan kir ku kesên ku banga parastina zarokan dikin, pêwist e zarokan jî biparêzin û wiha pê de çû: "Divê ji bo pêşeroja zarokan parastin hebe. Dema aramî û ewlehî hebe bandorên êrênî li ser zarokan çêdibe. Kesên ku banga parastina zarokan dikin, divê têkevin nav liv û tevgerê û ji zarokan re jiyanek ewle ava bikin. Her wiha pêwist e li hember kuştina zarokan bisekinin û zarokan nekin lîstikên siyaset û şer. Mafê hemû zarokên cîhanê ye ku bi zimanê dayikê bixwîne û dîroka xwe binase."
 
'Dayik her dem ziman parastiye'
 
Kewserê herî dawî bal kişand ser dayikên parêzvan û wiha got: "Ji dîrokê heta roja me ya îro yên ku ziman parastine, jin e. Zarok çand û dîroka xwe ji dayikê digire. Ez bang li hemû dayikan  dikim, bila li zimanê xwe xwedî derkevin û mafê herkesî ye ku bi zimanê dayikê bixwîne. "