Jinên Şehbayê:Zarokên bê sûc dibin qurbanê siyaseta qirêj a desthilatdaran

  • 09:10 14 Kanûn 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Endamên Mala Jinê û Meclîsa Kantona Şehbayê li ser komkujiya Til Rifetê axivîn û wiha gotin: "Zarokên bê sûc dibin qurbanê siyaseta qirêj a desthilatdaran. Divê hemû cîhan zarokan biparêze."
 
Di 2'yê kanûnê de dewleta tirk li Til Rifetê komkujî pêk anî. Di vê komkujiyê de piranî zarok hatin hedefgirtin, di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan û 10 jî birîndar bûn. Hemû dewlet li hember van êrîşan bêdeng man û bûn şirîkê dewleta tirk. Têkîldarî mijarê Endamên Mala Jinê û Meclîsa Kantona Şehbayê komkujiya Til Rifetê şermezar kirin.
 
'Zarokên bê sûc dibin qurbanê siyaseta qirêj a desthilatdaran'
 
Ji Rêveberiya Mala Jinê ya Navçeya Fafînê ya Şehbayê, Rifet El Ehmed êrîşên li ser Til Rifetê şermezar kir û wiha got: "Em weke jinên Şehbayê êrîş û komkujiya ku li Til Rifetê pêk hat, şermezar dikin. Zarokên ku tên qetilkirin zarokên me ne. Tu sûcê wan zarokan tune bû tenê li kolanê bi hevalên xwe re dilîstin û rastî komkujiyê hatin. Em ê mafê van zarokan ji Erdogan bipirsin. Zarokên bê sûc dibin qurbanê siyaseta qirêj a desthilatdaran. "
 
'Jiyanek azad û lîstik mafê zarokan e'
 
Endama Komîteya Jinê ya Meclîsa Kantona Şehbayê Şikriyê Hesen jî banga tevahî dewletan kir ku Erdogan were dadgehkirin û hesabê xwîna zarokan jê were pirsîn û wiha domand: "Banga me ji tevahî dewletên cîhanê re heye ku xwedî helwest bin li hember komkujiya ku zarok tê de tên hedefgirtin. Bi taybet rêxistina mafê zarokan bila çav û guhên xwe vekin. Êdî bes e ji kuştin û talankirinê re. Erdogan zarok kir armanca xwe, lê ev ne leşker bûn, tenê li kolanan dilîstin û dixwestin jiyanek aram û xweş bijîn. Mafê zarokan e ku bilîzin û bixwînin."
 
'Tu carî em rê nedin dagirkeriyê ku xeta me ya tekoşînê û berxwedanê lawaz bikin'
 
Endama Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclîsa Kantona Şehbayê, Fatma Cemo qala birîn û êşa hemû pêkhateyên ku li Şehbayê dijîn kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em jinên Şehba û Efrînê êş û birîna me yek in di derbarê komkujiya ku zarokên me hedefdigire. Armanca dewleta tirk ew e ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê hedef bigire û dagirkeriyê li ser wan bimeşîne. Dema em zarok an jinên xwe winda dikin, em tune nabin, berovajî vê hêzekê em ji xwe re digirin. Bi kuştinê nikarin vîna me teslîm bigirin. Tu carî em rê nadin dagirkeriyê û komên çeteyên girêdayî dewleta tirk ku xeta me ya tekoşînê û berxwedanê lawaz bikin."