'Jiyana sivîlên Til Weridê di xetereyê de ye'

  • 09:05 14 Kanûn 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo 
 
HESEKÊ - Xedîce Salih a 45 salî ya li gundê Til Werid ê Til Temirê anî ziman ku êrîşên dewleta tirk hebûna Gelê Kurd hedef digire û wiha got:"Jiyana sivîlên Til Weridê di xetereyê de ye. Divê bêdengiya li dijî êrîşan bi dawî bibe."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê piştî ku agirbest hate îlankirin jî her roj êrîşî gundên navçeya Til Temir û Zirganê dikin û di encamê de sivîl tên hedefgirtin. Ji ber ku gundê Til Weridê xwedî stratejiyeke pir mezin e dewleta tirk û komên girêdayî wê her dixwazin wê bigirin, heya duh êvarî jî gund hat topbarankirin û di encamê de sivîlek jiyana xwe ji dest da. 
 
Xedîce Salih a 45 salî tevî hevser û du keçên xwe tevî xeteriyê li gundê Til Weridê yê di navbera Til Temir û Zirganê de dijî.
 
'Jiyana aram û wekhev ku her kes bi hesreta wê bû me li vir jiya'
 
Xedîceyê jiyana xwe ya berî ku alozî dest pê bike wiha ji me re parve kir: "Jiyana me mîna bihuştê bû. Jiyana ku her kes bi hesreta wê bû me jiya. Aramî hebû û heta dawî jî me wekî netewê ereb bi ziman û çanda xwe jiya. Edalet û wekheviya di navbera zayend û netewan de hebû, lê piştî ku ev alozî dest pê kir jiyan tevlîhev bû. Gel ji ber êrîşên hovane yên dewleta tirk neçarî koçberiyê bûn û em jî yek ji wan in ku çendîn care em koçber dibin."
 
'Jiyana sivîlên Til Weridê di xeteriyê de ye' 
 
Xedîceyê xeteriya êrîşên dewleta tirk ên li ser gundê wan wiha anî ziman: "Çete eşkere sivîlan hedef digire. Beriya mehekê jî 4 kesî bi topên wan jiyana xwe ji dest dan. Çete ji gundê Til Mihemed û Inêg El-Hewa êrîşî Til Weridê dikin. Duh êvarî jî êrîş kirin û sivîlek jî jiyana xwe ji dest da. Jiyana sivîlên Til Weridê di xeteriyê de ye."
 
'Zarokên min ji ber dengê topan nikarin razên'
 
Xedîceyê diyar kir ku zarok ji ber şer bandor dibin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Zarokên me ji ber dengê topan nikarin razên û gelekî ditirsin. Êdî zivistan e em nikarin ji deverekê koçî devereke din bibin. Êv bi taybet ji bo zarokan gelek zehmet e. Êdî di peydakirina pêdiviyên jiyanî de jî em zehmetiyan dikşînin. Mînak ceyran tune ye, av kêm e û mazot jî kêm e. Em nizanin ku em ê çawa bikin. Lê tevî ewqas zehmetî jî em ê jiyana xwe li vir berdewam bikin."