'Tu gotin êşa wê kêliyê nikare rave bike'

  • 09:03 14 Kanûn 2019
  • Rojane
Hesna Muhemed
 
ŞEHBA - Di encama komkujiya Til Rifetê de 2 zarokên, Ezîze Esmet Ibrahîm jiyana xwe ji dest dan. Ezîzeyê diyar kir ku êşa kezebê gelekî mezin e û wiha got:"Tu gotin êşa wê kêliyê nikare rave bike."
 
Di 2’yê Kanûna 2019’an de dewleta tirk û komên girêdayî wê bi topan êrîşî Til Rifetê kir û di encamê de 8 zarokî jiyana xwe ji dest dan. Jina bi navê Ezîze Esmet Ibrahîm a 47 salî ye xwediyê 5 zarokan bû û 2 zarokên wê di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Til Rifetê de jiyana xwe ji dest dan. Ezîzeyê hestên xwe anî ziman. 
 
'Tu gotin êşa wê kêliyê nikare rave bike'
 
Ezîzeyê di destpêkê de behsa kurên xwe kir û wiha got: "Zarokên min yê jiyana xwe ji dest dan yek ji wan 15 salî bû, yê din jî 8 salî bû. Di encama komkujiya ku Erdogan bi ser me de anî de, Semîr û Mihemedê min jiyana xwe ji dest dan. Mihemed endamê komînê bû. Semîr jî dixwend. Dema dewleta tirk top avêtin ez di mal de bûm û ez derketim derve û min dît laşê Semîr û Mihemed li kolanê dirêjkirî li kêleka hev bûn. Tu gotin êşa wê kêliyê nikare rave bike."
 
'Bila êdî zarok nemirin, ew jiyaneke aram û azad heq dikin'
 
Ezizeyê êşa windakirina zarokên xwe bi van gotinan anî ziman: "Bira û xwîşkên Semîr û Mihemed her dem dipirsin dibêjin kanî birayên me bila vegerin û em bi hev re bilîzin. Ez nikarim bersivên zarokên xwe bidim ku wan jiyana xwe ji dest dane. Her roj zarokên min bi êşa birayên xwe nexweş dikevin. Di vî temenî de ev bûyer ji bo wan gelek zehmet e. Bila êdî zarok nemirin, ew jiyaneke aram û azad heq dikin."
 
'Mihemed û Semîr bêdeng bûn'
 
Ezizeyê bal kişand ser taybetmendiyên Semîr û Mihemed û wiha pê de çû: "Zarokên min hemûyan ji hevdu pir hez dikirin. Mihemed û Semîr taybetmendiya wan pir bêdeng û aram bûn. Zarokên min ewqas bi hev re girêdayî bûn ku bi hev re diçûn dibistanê û dema dihatin malê jî bi hev re dilîstin."