ROJEVA 14'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 14 Kanûn 2019
  • Rojev
*Di encama komkujiya Til Rifetê de 2 zarokên, Ezîze Esmet Ibrahîm jiyana xwe ji dest dan. Ezîzeyê diyar kir ku êşa kezebê gelekî mezin e û wiha got:"Tu gotin êşa wê kêliyê nikare rave bike." DÎMEN HEYE
 
*Xedîce Salih a 45 salî ya li gundê Til Werid ê Til Temirê anî ziman ku êrîşên dewleta tirk hebûna Gelê Kurd hedef digire û wiha got:"Jiyana sivîlên Til Weridê di xetereyê de ye. Divê bêdengiya li dijî êrîşan bi dawî bibe." DÎMEN HEYE
 
*Ji Rêveberiya Dibistana Alan Mihemed, Kewser Bîro li ser perwerde û zimanê dayikê axivî û got: "Zarokên me li ser hişmendiya jiyanek azad û demokratîk tên perwerdekirin." DÎMEN HEYE
 
*Endamên Mala Jinê û Meclîsa Kantona Şehbayê li ser komkujiya Til Rifetê axivîn û wiha gotin: "Zarokên bê sûc dibin qurbanê siyaseta qirêj a desthilatdaran. Divê hemû cîhan zarokan biparêze." DÎMEN HEYE
 
* Bi hatina zivistanê û guherîna hewayê re enfeksyonên têger zêde dibin. Bijîşk ji bo van nexweşiyan agahiyên taybet parvekirin û gotin: “Di dema zekemê de divê antîbiyotîk neyên bikaranîn û tîmarbûneke bi tendurist pêşniyar kirin. Her wiha qadên hevpar tên bikaranîn jî baldarbin."  DÎMEN HEYE 
 
*Di qedexeya derketina derve ya Cizîrê de Hemşê Çagli ya ku kurê xwe Osman Çagli di qedexeya  yekem de û hevjînê xwe Nurettîn Çagli di qedexeya dawiyê de winda kiriye, navên “Kader” û “Osman” li neviyên xwe kiriye û têkoşîna hevjîn û kurê xwe dide domandin.  DÎMEN HEYE 
 
*Ovge Yildizhan û Nurhan Tekocak bi salan karê tekstîlê re eleqedar dibin bal kişandin ser dûrxistina jinê ya qada kar. Ovge, diyar kir ku ji bo aboriyeke azad divê têkoşînek bê dayîn û Nurhan jî da zanîn ku civaka ku jin têde azad nebe, ew civak mehkûmê bêzariyê ye. DÎMEN HEYE 
 
* Zarokên nava hefteyê diçin dibistanê dawiya hefteyê neçar dimînin biçin bixebitin û diyar dikin ku ji bo xeyalên xwe neçarî xebatê tên kirin. DÎMEN HEYE 
 
*Li Mêrdîna kevn salek berê ji ber barana zêde riyek têk çûbû di bin rê de avahiyên dîrokî yên nû derketin holê. Ne şaredarî û ne jî saziyek din mudaxaleyê rewşê nekirin û rê saleke bi heman awayî tê sekinandin û mizgefta dîrokî ya derket holê jî nehat parastin. Hat hînbûn ku dibistaneke nêzî riya ku xera bûye jî ji ber ewlehiyê navber daye perwerdehiyê. DÎMEN HEYE