Li Parlamentoya Swêdê dê zextên li ser HDP'ê û BDP'ê bê nîqaşkirin

  • 16:17 13 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera Partiya Çepgir a Swêd Amîneh Kakabaveh bal kişand ser zext û zordariyên li ser HDP'ê û Kurdan û got: ''Dewleta Tirkiyeyê ne ya hiqûqê ye, divê em bêdeng nemînin."
 
Binçavkirin, girtin û zextên li hemberî rêveber û endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), her wiha qeyûmên ku tayînê şaredariyan hatî kirin dê li Parlamentoya Swêdê were nîqaşkirin.
 
Parlamentera Partiya Çepgir a Swêd di pêşniyarnameyeke niviskî zexta li ser HDP'ê û tayînkirina qeyûman anî rojeva parlamentoyê. Amîneh Kakabaveh xwest ku Swêd ji bo ku girtiyên siyasî werin berdan û hevşaredar û rêveber werin ser karê xwe bi asta Yekîtiya Ewropayê hewl bide û wiha got: ''Divê bêdengî bidawî bibe. Heta ku bêdengî hebe Erdogan wê zext û zordariyan bidomîne."