Meclîsa Jinan a HDP'ê: 305 jin hatin kuştin

  • 14:56 13 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED -  Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Amedê li dijî binpêkirina mafên mirovan daxuyaniyek dan û gotin: "Di nav 11 mehan de 305 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin û 556 jin jî bi şîdetê re rûbirû mane."
 
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan li ber avahiya HDP'ê ya Yenîşehîr ya Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun, hevseroka HDP'ê ya bajêr Hulya Alokmen Uyanik û gelek jin tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Metna kurdî ji hêla Hulya Alokmen Uyanik ve hat xwendin. 
 
Hulya, bal kişand ser Hefteya Mafên Mirovan û wiha axivî: "Tirkiye 70 sal beriya niha Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kiribû. Lê îro em dinêrin ku tu demê ev qas krîzeke mezin nehatibû jiyîn. Mafê jiyanê hatiye xespkirin. Zarok û jin bûn mexdûrên îhlalan."
 
'305 jin hatin kuştin'
 
Hulya, di daxuyaniyê de bal kişand ser şîdet û kuştina jinê û wiha dom kir: "Di sala 2019'an hejmara kuştina jinan zêde bû û bêtir mafê jinan hat îhlalkirin. Di 11 mehên îsal de herî kêm 305 jin ji hêla mêran ve hatin kuştin. 46 jin bi tecawizê re rûbirû man. 204 jin rastî tacizê hatin. 556 jin bi şîdeta mêr re rûbirû man. Li gorî daneyên fermî şîdeta li hemberî jinê 10 hezaran derbastir e. Her wiha hejmara jinên hatî kuştin jî zêdetir e."
 
'Têkoşîn dê bê navber bidome'
 
Hulya, bal kişand ser polîtîkayên ku tên meşandin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Li Tirkiyeyê piştî 2015'an bêtir mafên mirovan hat îhlalkirin. Ji sedî 80 îhlal di salên 90'î de jî pêk nehatibûn. Em gelên ku li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn bi salane li dijî pêhatiyên qirêj ên dewletê re têdikoşîn. Kesên ku li vîr dijîn dê tu carî dev jî têkoşîna xwe, nasnameya xwe, ola xwe û ramanên xwe yên siyasî bernadin. Em ê têkoşîna mafên xwe bidin. Mirov bi mafên xwe mirov in. Têkoşîna me dê bê navber bidomin."