‘Binçavkirin rewşa demokrasiyê nîşan dide’

  • 14:42 13 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li dijî binçavkirinan daxuyaniyek dan û diyar kirin ku êrîşên li hemberî kedkaran her ku diçe zêde dibe û wiha gotin: “Hevalên me têkoşîna ked, aştî û tenduristiyê dimeşînin. Divê ew demildest werin berdan.”
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê li Odeya Tabiban a Amedê derbarê binçavkirina endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) û seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê Derya Etem de daxuyaniyek dan çapemeniyê. Daxuyanî bi kurdî û tirkî hat dayîn. Metna kurdî ji hêla endama Odeya Tabîbên Amedê Elîf Turan ve hat xwendin. 
 
‘Ew têkoşîna ked û demokrasiye didin’
 
Elîf di daxuyaniyê de bal kişand ser binçavkirinan û wiha got: "Hevalên me yên têkoşîna ked, aştî û tenduristiyê dimeşînin divê demildest serbest bên berdan. 11 hevalên me hatin binçavkirin. Di nav binçavkirinan de seroka Odeya Tabîban a Mêrdînê bijîşk Derya Etem, reveberê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) a Mêrdînê Mustafa Benlî, rêvebera Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) a Mêrdînê Emel Oran û çend siyasetmedarên din bêhiqûqî hatin binçavkirin."
 
Elîf, diyar kir ku binçavkirin li dijî hiqûqê ye û wiha dom kir: "Hewldanên antîdemokratîk pêk tên û ev tişt aşkerabûna bêhiqûqiyê ye. Hevalên me yên ku hatin binçavkirin kedkarên tenduristiyê ne û her wiha têkoşîna ked û demokrasiyê didin meşandin. Hevşaredar, kedkar û bijîşkên ku hatin binçavkirin û girtin rewşa demokrasiyê nîşan dide."
 
‘Êrişa li hember ked û kedkaran zêde dibe’
 
Elîf di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: “ Roj bi roj zext û zordarî zêde dibin. Êrîşên li hemberî ked û kedkaran her ku diçe zêde dibin û ev tişt ji ber polîtîkayên şer pêk tên û hiqûq û dad her ku diçê ji holê tê rakirin. Îro mafê akademîsyenan heta rêveberên saziyan, hevşaredaran heta sivîlan tê binpêkirin. Ev kes tenê mafê xwe ya azadiya ramanê û çalakiyên xwe yên demokratîk pêk tînin û lê belê hedef tên girtin."
 
Elîf wiha dawî li daxuyaniyê anî: "Em ê nirxên pîşeyî û mafên civakê her tim biparêzin û têkoşîna xwe bidomînin. Em ê wekî hevalên xwe yên ku hatin binçavkirin têkoşîna xwe ya azadî û wekheviyê bidomînin. Em dixwezin ku hevalên me demildest serbest bên berdan."