Yildiz Çetin a hat sirgûnkirin: Heqaret li min kirin

  • 11:51 13 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Hevseroka Erdîşê Yildiz Çetin piştî tayinkirina qeyûm hatibû binçavkirin û piştre hatibû girtin. Yildiza ku ji Girtîgeha Wanê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê bû diyar kir ku kelepçeya berovajî li ser hatiye ferzkirin û bi heqareta leşkerana rû bi rû maye. 
 
Di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de ji sedî 49,1 Yildiz Çetin bû hevseroka Şaredariya Erdîşê. Tevî deynên bi milyonan ê qeyûm li dû xwe hiştibû Yildizê gelek proje xist meriyetê. Di 15'ê Cotmehê de Yildizê hat binçavkirin û di 22'yê Cotmehê de hat girtin. Her wiha di 11'ê Kanûna 2019'an de bêyî agahiya parêzer û malbatê Yildizê ji Girtîgeha Wanê sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Osmaniyeyê hat kirin. 
 
Du roja bi kelepçeya berovajî rû bi rû hatiye hiştin
 
Yildizê bi hevdîtina telefonê ya bi hevala xwe pêk anî ragihand ku di dema sirgûnê de du roja bi kelepçeya berovajî rû bi rû hatiye hiştin û her wiha leşkeran heqaret li wê kirine.