Walîtiya Amedê daxuyaniya OHD’ê qedexe kir
- 11:40 13 Kanûn 2019
- Rojane
AMED - Walîtiya Amedê daxuyaniya “binpêkirina mafên mirovan” a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê dê bida qedexe kir.
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê îro li ber Peykerê Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyaniya “binpêkirina mafên mirovan” bida çapemeniyê. Walîtiya Amedê bi hênceta “Qedexeya çalakî û daxuyaniyên li derve ya walîtiyê heye” daxuyaniya OHD’ê qedexe kir.