Komxebata siyasî ya li Kobanê bi daxuyaniyekê bi dawî bû

  • 10:06 13 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Komxebata siyasî ya ku li Kobanê hatibû lidarxistin, piştî goftugukirina rewşa civakî, olî, perwerdehî, siyasî, diplomasî û zagonî ya ji aliyê beşdaran ve, bi daxuyaniyekê bi dawî bû.
 
Komxebata siyasî ya li Kobanê bi pêşengtiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma “Komxebata sîyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe” bi armanca lêkolîn û nîqaşkirina rastiya Kurd di hemû aliyan de, rewşa Kurd berî şoreşa Rojava û piştî şoreşê, bi amadebûna 100 delegeyan ji kesayetên rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî bi dawî bû. 
 
Di roja yekemîn a komxebatê de rewşa civakî (ol û perwerde) û siyasî ya herêmê hat goftugokirin. Di roja duyemîn a komxebatê de, ji aliyê beşdaran ve berdewamiya rewşa siyasî, diplomasî û zagonî hat nîqaşkirin. Piştî nîqaşa ku du rojan dom kir, di encamê de komîteyek ji 5 kesan Izedîn Muslim, Kamîran Kenco, Perwîn Betan, Fewziye Ebdî û Mesûd Mîran, hat avakirin. Ev komîteya ku hatiye avakirin wê li ser van xalan kar û xebatê bidin meşandin.
 
*Avakirina Komîteyeke siyasî û nîqaşkirina rewşa herêmê.
 
*Avakirina rêveberiyekê ji bo daxwaz û nêrînên gel.
 
*Avakirina komîteyekê ji bo parastina gel ji mayînan.
 
*Taybetmendiyên her herêmekê bidin diyarkirin.
 
*Pêwistiyên gel werin bicihanîn.
 
Komxebata siyasî bi daxuayniyekê bi dawî bû. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên  a Kobanê Leyla Ebdo ve hat xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Li ser banga QSD’ê ji bo yekîtiya Kurdî, di vê qonaxa dîrokî de û bi dirûşma “Tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe” bi pêşengiya Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê di dîroka 11-12’ê Kanûna 2019’an bi amadebûna piraniya nûnerên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe li bajarê Kobanê komxebata siyasî hat lidarxistin. 
 
Di komxebatê de gelek mijarên weke civakî, çandî, olî, aborî, perwerdehî, siyasî û zagonî hatin nîqaşkirin. Lê xala ku me bal kişand ser rewşa Gelê Kurd di kirîza Sûriyeyê de bû. Pêwîstiya tevgera Kurd ji bo hevgirtin û dîtinên xwe yên siyasî bû. Beşdarvana rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş kirin. 
 
Hemû partîyên siyasî yên di Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de cih digirin, berpirsiyar in li hember van mercên dijwar ên herêm tê de derbas dibe. Divê em yekîtiya Kurd xurt bikin."