'Jina kurd ji hemû jinên cîhanê re bû mînak'

  • 09:32 13 Kanûn 2019
  • Rojane
HELEB - Jinên ku tevlî  pêşengeha rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê bûne, derbarê beşdarbûna xwe ya ji bo pêşengehê re wiha got:" Em dixwazin hemû jin li hember tundiyê rawestin."
 
Bi pêşengtiya Partiya Sûriya Pêşerojê di çarçoveya rêzeçalakiya 25'ê Mijdarê de pêşengeheke wêneyan bi dirûşma "Îredeya me ji şidetê bi hêztir e, destê li hember zilmê rakin" hat lidarxistin. Pêşengeha ku bi tevlîbûna bi dehan jinan pêk hat, di roja xwe ya duyem de bi dawî bû. Di pêşengihê de wêneyên tundiya li ser  jinê û zarokên hatin pêşkêşkirin. Wêne bi destê şêwekarên jin hatibûn xêzkirin. Jinên beşdarvan yên ku tevlî pêşengihê bûn derbarê beşdarbûna xwe de nêrînên xwe ji mere parve kirin. 
 
'Jina kurd mînaka şoreşên tevahî cîhanê ye'
 
Jina bi navê Roşîn Bîro wiha nêrîna xwe anî ziman: "Tundiya  li ser jinê bi awayekî rojana tê kirin.  Em hewil didin bi îradeya jina azad vê tundiyê  li ser tevahî jinan rakin, da ku em di nava civaka xwe de azad bijîn. Ev pêvajoyeka em tê de derbas dibin pir hesas û girîng e.  Divê jin roleke baş bilîze. Jinên Rojava bi îradeya azad li hember hêzên herî xeter sekinîn û wan têk birin. Jina kurd mînaka şoreşên tevahî cîhanê ye."  
 
'Têkoşîna jinê berdewam e'
 
Di berdewamiya axaftina xwe de Roşînê bal kişand ser tekoşîna jinê û wiha dom kir: "Jin her tim rastî êrîş û tundiyê  tê, lê jina kurd  xwe teslîm nekir û têkoşîna xwe berdewam dike. Ev pêşengeh wêneyên jinên ku  êş kişandine diyar dike û di her wêneyekî de mirov,  êşa jinê hîs dike. Bi rêya wêneyan, em êşa jinê ji jiyanê re parve dikin. Divê civaka me azad bibe." 
 
'Divê jin  mafê xwe bi dest bixe'
 
Jina bi navê Emîne Bêrem wiha got: "Dema mirov van wêneyan temaşe dike bi êşa jinê hîs dike,  jin her tim dibe qurbaniya êrîş û hişmendiya desthilatdaran. Jin gelek caran tên qetilkirin û tecewazkirin. Çawa mêr bi mafê xwe dijî, gerek jin jî bi mafê xwe di navaa civakê de bijî".