Birayê Esîn Kavruk: Em ê dijhiqûqê teşhîr bikin

  • 09:30 13 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi ser koguşê de hatibû girtin û ji bi zor DNA’ya Esîn Kavruk hatibû girtin û li wê û hevalên wê îşkence hatibûkirin. Birayê Esînê, Ahmet Kavruk diyar kir ku wê der barê mijarê de serlêdana sûc bikin û got: “Em ê dijhiqûqê teşîr bikin û li dijî van pêkanînan xeta têkoşînê ava bikin. Em ê bi hev re têkoşînê bidomînin.”
 
Di 11’ê cotmehê de Esîn Kavruk bi hinceta parvekirinên çapemeniya civakî yên der barê operasyonên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat girtin û şandin girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Di 28’ê mijdarê de bi ser koguşê de hatibû girtin û bi biryara dozgeriyê bi zor DNA’ya wê hatibû girtin. Di serdegirtina koxuşê de Esîn û hevalên wê rastî îşkencê hatibûn. Birayê wê Ahmet Kavruk, der barê mijarê de ji ajansa me re axivî.
 
Ahmet diyar kir ku Esîn bi hinceta parvekirinên çapemeniya civakî hatiye binçavkirin û polîsan di serdegirtina malan de rojnameya Jineps desteserkirin û got: “Îdia kirin ku rojnameya Jineps difroşe û ji rêxistinê re pere fînanse dike. Lê di rojnameyê de ji xwe nivîsa ‘dengê azad a çerkezan’ dinivîsî. Lê bi hinceta dokumana rêxistiye nîşandan. Xwişka min di bin çavan de jî rastî şîdeta fîzîkî ya polîsan tê.”
 
Ahmet daxuyakirin ku polîsên TEM’ê û gardiyan di binpêkirinên mafan de hevkar in û tiştên li girtîgehê jiyaye jî wiha vegot: “10 roj beriya 28’ê Mijdarê polîs diçin girtîgehê. Dibêjin der barê te de lêpirsînek nû heye û divê mînaka xweziyê bê girtin. Rêveberiya girtîgehê jî gazî xwişka min dikin û dibin saziya tipa edlî. Bi polîsan re dibin doktor. Xwişka min ji doktor re dibêje ‘ez muayeneya hundirê beden qebûl nakim’. L ser vê doktor raporê amade dike û divêje qebûl nekiriye. Xwişka min dibin girtîgehê. Piştre parêzer îtîrazê lêpirsînê dikin. Xwişka min jî daxwaznamê dinivîse lê rêveberên girtîgehê qebûl nakin. Polîs carek din tên girtîgehê. Dibêjin divê DNA bê girtin û bi ser koxuşa B\6 de digirin. Xwişka min jî carek din dibêje ez DNA’yê nadim. Xwişka min piştre ji wezareta dadê re daxwaznameyê dinivîse. Piştre di 28’ê Mijdarê de dozgerê girtîgehê tê girtîgehê û dikeve koguşa wan. Axaftineke rutîn li koguşê dike. Xwişka mine w jî li ser vê tedbîran digirin. Sibeha 28’ê Mijdarê bi cenderme, memurên saziya înfazê, bi ser koguşê de digirin û dixwazin xwişka min bigirin. Li ser vê xwişka min û hevalên xwe berxwe didin. Lis er vê 17 jinî bi giranî derb dikin û dixin hucreyan.”
 
‘Em ê serlêdana sûc bikin’
 
Ahmet da zanîn ku xwişka wê Esînê bi kelepçeyê teslîmê polîsan dikin û seranserê rojê bi kelepçeyê dimîne û li nexweşxaneyê jî rastî şîdeta polîsan tê. 
Ahmet daxuyakirin ku piştî ku rapor bên wê bi awayekî komî serlêdana sûc bikin û wiha got: “Em ê dijhiqûqê teşîr bikin û li dijî van pêkanînan xeta têkoşînê ava bikin. Em ê bi hev re têkoşînê bidomînin.”