Dayika hevşaredarê girtî: Tecrîd pêk tê

  • 09:26 13 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Piştî qeyûm tayînê şaredariya Îpekyol a Wanê bû şûnde hevşaredarê wê Azîm Yacan jî hat girtin û Azîm Yacan ji Wanê surgunê Erziromê hatibû kirin û li wir sê rojan di hucreyê de mabû û piştre girtibûn koxuşa yek kesî. Dayika Azîm, Suheylya Yacan diyar kir ku li hember Azîm tecrîd pêk tê û wiha got: “Îradeya gel tune dihesibînin. Lê ew her ku tecrîdê pêk bînin em ê zêdetir xwedî li îradeya xwe derkevin.”
 
Hevşaredarên Îpekyolê ya Wanê ya HDP’ê Azîm Yacan û Şehzade Kurt di 8’ê Mijdarê de bi hinceta ‘der barê wê de lêpirsîn heye’ hatin binçavkirin û piştî binçavkirinê qeyûm tayînê şûna wan bûbû û piştre jî hevşaredar hatibûn girtin. Hevşaredar birin girtîgeha Tîpa T ya Wanê û di 11’ê Mijdarê de surgunê girtîgha Tîpa H ya Erziromê hatin kirin. Malbata Azîm Yacan ku çûn hevdîtinê, diyar kir ku Azîm 3 rojan di hucreyê de hatiye girtin, ne av ne xwarin ne jî nan danê. Malbatê bi lêv kir ku piştî sê rojan ew xistine koguşek yek kesî û vê carê jî ne pirtûk ne kovar ne rojname danê. Dayika wî Suheyla Yacan der barê mijarê de axivî û got divê hevşaredar demildest bên berdan.
 
‘Li hember girtiyan tecrîd pêk tê’
 
Suheylayê anî ziman ku dewlet tehemulê pergala hevserokatiyê nake û got: “Nîvê şevekê bi ser mala de girtin û kurê min girtin. Ewil birin girtîgeha Tîpa T ya Wanê. Li wir qerebalix bûn. Piştre bêyî sedem birin Erziromê. Sê rojan di hucreyê de girtine. Em vê zilmê qebûl nakin. Sê roj û sê şevan tiştek nedanê. Li wir Azîm krîza sînîr derbas dike. Radikin nexweşxaneyê. Niha di koguşa yek kesî de tê girtin. Tevî hemû daxwazan nabin koguşên qerebalix. Tecrîdek giran pêk tînin.”
 
‘Em dest ji îradeya xwe bernadin’
 
Suheylayê daxuyakirin ku bi îradeya gel şaredarî hatine bidestxistin lê îradeya gelê Kurd nehatiye naskirin û wiha dawî lê anî: “Ger îradeya gel tune dihesibînin, bila hema şaredariyan ji xwe re bigirin. Şaredariyên HDP’ê diziyê nakin. Tenê xizmetê ji gel re dikin. Sedsal jî derbas be, em ê dîsa bi ser bikevin. Em ê xwedî li îradeya xwe derkevin.”