Semra Guzel: Dest ji hiqûqa dijminahiyê bernedan

  • 09:24 13 Kanûn 2019
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, bertek nîşanê operasyona li 8 gundan pêk hatiye û 20 kes bi Îşkencê hatine binçavkirin da û got: “Bi van polîtîkayan nikarin bi gel serî bidin tewandin. Gelê Kurd ji pêvajoyên girantir derbas bûye. Lê tu car serî netewandiye."
 
Li Amedê li 8 gundên girêdayên navçeyên Baglar, Peyas û Çinarê ji aliyê Fermandariya Cendermeya ve serdegirtina malan pêk hat û 20 kes hatin binçavkirin. Di dema serdegirtinan de kesên hatin binçavkirin rastî îşkece û binçavkirinê hatin û ev di raporên nexweşxaneyê de jî derketin holê. Gundên ku serdegirtina lê hatin jiyîn jî 8 saetan di bin dorpêçê de man. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Semra Guzel bertek nîşan da û got ev tiştên hatine jiyîn bi tu awayî nayê qebûlkirin.
 
‘Nayê qebûlkirin’
 
Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi awayekî hevdem bi ser 8 gundan de girtin. Me di saetên sibehê de agahî girtin. Xizmên wan li me geriyan. Bi fikar bûn. Bêguman wisa ye. Operasyonek wisa normal nebû. Kesên hatine binçavkirin di serdegirtina malan de hatine derbkirin. Lê dikaribûn ji bo îfadeyê gazî van kesan bikirana. Hewcedarî bi serdegirtina malan tunebû. Em piştî bûyerê çûn gund. Em saet di 10’an de çûn gund lê hîna di bin dorpêçê de bû. Operasyon saet di 05.00’an de dest pê kiribû û heta 13.00’an berdewam kir. Zarok gelek tirsiyabûn. Ev ji bo wan travmayek mezin bû. Ev bi tu awayî nedihat qebûlkirin.”
 
‘Bi awayekî aşkera binpêkirina maf tê jiyîn’
 
Semrayê bi lêv kir ku tiştên hatine kirin bi hiqûqa dijminahiyê tê kirin û dema mijar dibin Kurd dewlet hemû alavên zor û zextê bikar tîne. Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salane gundên Kurdan ji aliyê dewletê ve tên şewitandin û hilweşandin. Ji salên 90’î heta niha ev zîhniyet neguherî. Bi awayekî aşkera binpêkirina mafan tên jiyîn. Em ê şopdarên van polîtîkayan bin. Em ê der barê îşkenceya li kesan hatiye kirin bi ÎHD’ê re bixebitin. Em ê raporê amade bikin. Bi van polîtîkayan nikarin bi gel serî bidin tewandin. Divê demildest dest ji vê polîtîka dijminahiya li hember jinê berdin.”