Jinên ku bê tirs tevlî çalakiyan bûn: Werin nanê serhildanê tam bikin

  • 09:14 13 Kanûn 2019
  • Rojane
Baxan Aras 
 
SILÊMANÎ - Li dijî gendeliyê ev du meh in li Iraqê xwepêşandan didomin. Xwepêşandar daxweza guherîna desthiladariyê dikin. Her wiha di nav xwepêşandanan de jin jî cihê xwe girtin. 
 
Ji du mehan zêdetire li paytexta Iraqê Bexdayê û Herêma Federal a Kurdistanê ji ber bêkarî, bêxizmetî û gendeliyê (nelirêtî) çalakî tên lidarxistin. Xwepêşandanên ku pêk tên bi her awayî berfireh dibin. Hêzên ewlekariyê jî bi çek, fişekên rastyeqîn û gaza dijwar êrîşî xwepêşandaran dikin. Iraq li cîhanê di warê neftê de di rêza çaremîn de ye. Lê belê ji her 6 malbatên Iraqê  malbatek xizan e. Di dema desthiladariyê de rêjeya bêkariye ji sedî 7 heta ji sedî 17 zêde bûye. Beşek zêde ya xwepêşanderên Iraqê daxweza guhertina desthilatadariyeyê dikn û dibêjin divê gendelî ji holê bê rakirin. 
 
Çalakî ket rojeva cîhanê
 
Xwepêşandanên ku li Iraqê rudane ket rojeva cîhanê jî. Li gorî raporên Rêxistinên Mafên Mirovan di nav du mehan de zêdeyî 350 kes di xwepêşandan de hatine kuştin û 16 hezar kes jî birîndar bûne. Di raporê de li ser bûyerên girîng ku ru dane rawestiyaye. Di destpêka xwepêşandanê de, ew du rojbû destpêkirî xetên înternetê li bajarên Iraqê û li herêma Federal a Kurdistanê ji aliyê hikûmetê ve hat birin. Di nava van du rojan de zêdeyî 18 kes hat kuştin. Di berdewamiya xwepêşandanê de Mehemed Helbus Serokê Parlemena Iraqê daxwez ji xwepêşandanan kir ku li gel wan danûstandinê bike lê belê beşek zêde ji xwepêşandanan ev daxwez red kirin ku danûstandinê li gel hikûmetê bike. Daxweza çareserkirina pirsgirêkan û guhertina sîstema desthilatdariyê kirin.
 
Êrişî rojnamegeran kirin 
 
Ji ber vê sedemê hejmarek zêde ji rojnamevan û dezgahên ragihandinê bi awayek zindî di nava xwepêşandanan de bû, ji bo ragihandin û şopandina xwepêşandanan. Hêzên ewlekariyê êrîşî buroyên kanala HEDES û NRT EREBÎ kir ku her du qenalên esmanî navxweyî ye. Hin rojnamevanan û çalakvanan jî di nava hefteyek ya xwepêşandanê de zêdeyî 110 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.
 
Girtina çalakvanan 
 
Di roja 9’an ya xwepêşandanê de Meyîsem Xoluyî çalakvan ji aliyê çend çekdarên nenas ve tê revandin û piştî 12 rojan diyarnebûna wî, xwepêşander daxweza azadkirina Meyisman kirin. Di 23’ê mijdarê de serbest hat berdan. Di 17’ê Cotmehê de dezgahên ragihandinê belavkirin ku Biwêr Hefacî çalakvane hatiye girtin lê belê piştî 24 saetan bi fermana Muqteda Sedir serbest hat berdan. Çalakvanên sivîl Ednan Rustem ji aliyê çend çekdarên nenas ve li taxa Azadî ya Bakurê bajarê Bexda  hate qetilkirin.
 
Di nava rojekê de 40 kes hatin kuştin
 
Piştî 3 hefteyan di xwepêşandanê de dirûşmeyên li dijî gendelî û Îranê hatin berzkirin. Xwepeşandanên koma Tehrîr hewldan biçin nava navçeyên Şîn a li Bexdayê û dema xwestin Pira Cumhurî derbas bibin ji hêla hêzên ewlekariyê ve rastî êrîşên bi tund hatin. Li vir hêjmarek zêde çalakvan hatin kuştin û birîndar bûn. Nerazîbûnên li bajarê Musena û Komên Hibûbî di nava bajarê Nasriye hin zêdetir berfireh bû. Xwepêşandar dirûşmên li dijî gendelîxazan berz kirin û daxwaza lêpirsînê kirin. Çend bingeh û nivîsîngehên serokê wezîrê derve encûmene parezgehê û bi dehan cihên din ji aliyê xwepêşandaran ve hatin şewitandin. Ji ber vê sedemê li parêzgahên Diwane, Babil, Basra, Zîqar, Musene û Wast 40 kes hatin kuştin zêdeyî hezar û 700 kesên din jî birîndar bûn. Di 26’ê cotmehê de li bajarê Kerbela Ala Îraqê li hemberî konsolosxaneya Îranê çalakî hat lidarxistin. Xwepêşandarên Bexda yê jî saha Nisur çalakî ragihandin û heta 6 rojan xetê peywendîkirinê bisekine.  
 
Xwepêşandana xwendevanan
 
Di dawiya Cotmehê de xwendevanên Zanîngehê û peymangehê daketin qadan û ser cedeyên Bexda û çun meydana Tehrîrê ji bo piştgirî kirina xwepêşandanan. Piştre wezareya perwerdê berî yek ji xwendevanan suçbar tumetbar kir. Bi vê rêyê xwendevanan daxaza xepêşandanan bikin. Di demêkê de Adil Ebdul Mehdî fermana da dem û dazgahên hukumî ku bi awayek fermî dewama xwe bikin. Her wiha bi dehan xwendevanên Zanîngehên bajarê Nasra û Babil çalakî ragihandin. Xwendevan li Nasra çun saha hebubî, rêjeya bejdarbûna xwendevanan li Nasra gihişt hezaran kes. Sendîkayên Rojnamevanên Îraqê kampanaya bexşkirina xwînê ji bo birîndarên xwepeşandan û hêzên ewlekariyê ragihandin. Xwedî pêdawîstiyên taybet jî li parêzgeha Basra çûn saha Estesam ji bo piştgirî dayîna xwepêşandanan.
 
Jinên ku bi rêya medyayê bal kişandine  
 
Însam Silêman bi dirûşma "Ne tirs ne jî vegerandin" dirûşma despêkê bû. Însam her roj li rêya çûna koma Tehrîr xarîn û derman dibir ji xwepêşandaran re û dibêje: “Li gel hemû metirsiyan jî serkeftin ku tê kirin cihê dilxweşiyê ye. Dîtina jinan bi bê cudahiya temen beşdarin li xwepêşandanê. Heta hinek ji wan çadir danîne biryar dane li qadan bin li ser cedan bin."
 
'Canê min ji xwina şehîdan girîngtir nîne' 
 
Di nava koma Tehrîr de Dîna Taî bi piştgiriya komên ciwan serkêşiyê dikir. Ji xwepêşandanan re xarin, ambulans û  dermananan dibir. Tevlî çalakiyan dibû wekî xebatkara ambulansê alîkarî dida birîndaran. Dîna dibêje: “Ez qet netirsiyam. Ji ber beşdarbûna xwe ya vê serhildanê ez natirsim. Canê min ji xwîna şehîdan girîngtir nîne. Tu serhildan bê qurbanî nabe. Tişta ku xweşik min di vê serhildanê de dît beşdarbûnan jinan a bi hêzeke xurt bû. Jin êdî ji qadan nayên. Belkî beşek ji beşdarên keç bê destûra malbatê hatin tevlî çalakiyan bûn."
 
'Ez bê tirs tevlî çalakiyan bûm' 
 
Rîm jî bijîşkeke jin e û birîndaran derman dike. Rîm li ser Pira Cumhurî diçe gel koma Tehrîr û a navçeya Şînê. Bi bişîjkan re birîndaran derman dike. Bê tirs li ser hesabê xwe pêwîstiyên bijîşkî dide xwepêşadanan û xwepêşandanan jî parve dike.
 
'Min birîndar derman kirin'
 
Lîna jî alîkariyê dide bijîşkên ambûlansê bi rêya hesabê xwe alîkarî dixweze. Lîna çaketêk spî li bere û demdamek şîn girêdaye û dibêjê: "Di despêka xwepêşandanê de ez bûm xwebexş ji bo dermankirinê. 5 rojan li ser pirê mam û ez ji dest û piyê xwe birîndar bûm. Lê sekna min nebû divê ez xwe bighînim birîndarên din."
 
Werin nanê serhildanê tam bikin
 
Îm Celîl bi dildarî tevlî xwepêşandanan bûye û ji roja yekem çalakvanan re xwarin û vexwarinê dibe û tîne û li qadan bang li xwepêşandaran dike û dibêjê: "Were nane sehildanê tam bike.”
 
Rewşa xwepêşandanan di meha Mijdarê de
 
Mehek li ser çalakiyan re derbas bû, xwepêşandanan deriye Minayî Umqesriyan li Basra girt. Li ber derî rawestiyan. Beşek xwepêşandanên din jî bajarê Mîsan deriye Kêlegê netewî girt û nehiştin karmendên Kelegê kar bikin. Bi hezaran xwepêşandan jî li Nasriye çun nava saha Eistsamê. Her wiha sendikaya mamostayên Iraqê jî çalakiya 5 rojan li dar xist. Di meha duyem ya xwepêşandanê de jî xwepêşanderan şêweyên dijwartir bi kar anîn  û beşek zêde yên taxên Bexda girtin û tewanê wê bigihe Şarih Reşîd ku yek ji taxa dîroka Iraqê ye ev e jî weke vegera dîrokê ye. Di dîroka tevgera xwepêşandarane. Li Kerbela jî konsolosxaneya Îranê hat şewitandin 3 ciwan hatin kuştin. Fîşekan di nava konsolosxaneyan de teqandin. Ala Iraqê rakirin. Bi heman awayî li bajarê din yên Îraqê jî xwepêşandan û çalakî berdewam kirin. Her wiha komîsyona Mafên Mirovan kuştin û birîndarên xwepêşandanan got di nava mehekê de nivê xwepêşandanan de 319 kes hatine kuştin û hezar û 500 kes jî birîndar bûne.
 
Di 27'ê mijdarê de li parêzgeha Necefê komek xwepêşandaran konsolosxaneya Îranê şewitandin. Xwepêşandar di dema şewitandina konsolosxaneyê de bal kişandin ser hovîtiya desthilatdariya Îranê û gotin: "Di encama têkdana di navbera xwepêşandaran û hêzên ewlekariyê de zêdeyî 16 kesan hatin kuştin. Piştî vê bûyerê Îranê daxweza lêpirsîna tund kir. Li dijî ew kesên êrîşî konsolosxaneya bajarê Necef kiriye."
 
Xwepêşanderan daxwaza îstîfayê kirin 
 
Serok wezîrê Îraqê Adil Evdil Mehdî di dawiya meha mijdarê de îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir. Ev biryar jî piştî bi daxwaza xwepêşandaran pêk hat. Piştî îstifa kirina Adil Evdil Mehdî her yek ji Adil Daxilî parêzgarê Zîqar Telal Bîlal parêzgarê Necef û Mehemed Zêdan fermanderê polîsên Zîqer ji bo sererastbûna aloziyan dest ji karê xwe berdan. Mehemed Zêdan piştî dest ji kar berdan fermana kişandina hemû hêzên ewlekariyê da. Her wiha teqandina fîşekek li ser xwepêşandaran qedexe kir. Di 1'ê kanûnê de nameya dest ji kar berdana Adil Evdil Mehdî ji aliyê parlamenê ve hate erêkirin. Bu cara 2'yem ku xwepêşandaran konsolosxaneya Îranê li Necefê şewitandin.
 
Beşdarbûna jinan a çalakiyan
 
Jin jî beşek serekene di xwepêşandanên Iraqê de bi awayên cur bi cur weke xarinpêş, çalakvan, bijîşk, rojnamevan û hunermend beşdar dibin. Lê belê ev e cihê balkêşiyê ye ku rejeyek zêde xwe sînordar kiriye tenê xizmeta mêr dike. Ev e ji wê dide diyarkirina  mêrên ereb jinan weke xizmetkar dibinin. Kuştin û revandina jinan di xwepêşandanan de, ji aliyê çekdarên nenas ve rastî gefan tên ji ber beşdarbûna wan di xwepêşandanan de kêm bibin.
 
Revandina xwepêşandaran
 
Ji ber sedema beşdarkirina helwesta keçên çalakvan Sîba Mehdawî ji aliyê çend çekdarên nenas ve di 2’yê cotmehê de hat revandin. Li gorî gotinên guhdaran otomobîlek spî hat ew revandin bajarê Beyaî ya Rojavayê Bexda bo navçeya Zêwan ê. Şahidan behsa Siyan di demê despêkirina xwepêşandanan de beşdar bûye alikariya birîndaran kiriye. 
 
Di 3'yê cotmehê de jina hunermend a Iraqê Asya Kemal li Qada Tehrîr a li Bexdaya di demê beşdarbûna çalakiyan de bi gaza dijwar xweniqî. Li ser Pira Cumhurî  nêzî komên Tehrîrê jinek xwepêşander ji ber gaza dijwar jiyana xwe ji dest da. Keçek ciwan ji ji ber gaza dijwar rakirin nexweşxaneyê û li vir ji yana xwe ji dest da. 
 
Bûyerên di nava xwepêşandanan de qewimîn  
 
Di nava xwepeşandanan de çend bûyerên hejayî ditînê ye ku bûyera diyar ji vê pêk tê. Du jinên ku şehîd bibûn di xwepêşandanan de rolek girîng girtin. Li qada Tehrîrê di dema çêkirina nan de her tim ji çalakvanan re digot "Hûn deyindarê min in". Jinek din jî dayika 7 zarokan bû di çalakiyan de cih girtibû ji bo çalakvanan xwarîn çêdikir.  Yek din ji wan bûyeran ku zedetirîn dengda jî aheng daweta xort û keçekan bû û digotin "Em ê êdî li Iraqeke cuda de bijîn".
 
Meryema temenê wê 23 salî bû li Kerkukê beşdarê xwepêşandanan bû hatibû Qada Tehrîr ê. Dibêje, "Ez ji Kerkuk hatim, min zanîngeh qedandiye û ji bo piştgiriyê bidim çalakiyan ez hatim."
 
Kampanya hatin destpêkirin 
 
Her wiha jin kampanyaya dayîna xwinê dan destpêkirin. Biryar dan ku xwînê bidin xwepêşandanên ku birîndar bûne û pêwîstiya wan pê heye. Ji bilî wê di çend çalakiyan di nexşandina wêne li ser dîwarên taxan helwesta ji bo daxwezên xwepêşandaran hatibûn nivîsandin. Her wiha kampanya ji bo çêkirina xarin û komkirina dermanan hatibûn ragihandin.