Wesiyeta Mûna: Bila min li ser girê Til Weridê veşêrin ji ber ku bêhna Şamê jê tê

  • 09:10 13 Kanûn 2019
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Mûnaya ji zaroktiya xwe de ji ber topebaranê li Şamê malbata wê tevahî hat qetilkirin û ew bi tenê ji mirinê filitî. Mûna bi hevjînê xwe yê 80 salî re niha li gundê Til Weridê dijî. Mûnayê ligel êrîşan dest ji gundê xwe berneda û got: "Wesiyeta min jî ew e ku eger ez bimrim, bila min li ser girê Til Weridê veşêrin, ji ber ku bêhna Şam jê tê." 
 
Di sala 1973'an de ji ber şer û pevçûnên li taxa Rikin El-Dîn ku nêzî Pira Nehas a Şamê ye, topek li mala Mûna Zafir ket di encamê de 15 kes jiyana xwe ji dest da û di nav de bav, xwişk û birayê wê tevî zarokên xwişk û birayê wê heyî jiyana xwe ji dest dan. Mûna Zafir ku temenê wê 56 salî ye tevî hevjînê xwe yê 80 salî li gundê Til Werid yê di navbera Til Temir û Zirganê de tevî xeteriya li ser jiyana wan, jiyana xwe didomînin. 
 
'Di nava kêliyan de jiyan veguherî mirinê' 
 
Mûnayê bûyera ku qet ji ber çavên wê û dengê ku ji guhê wê naçe wiha parve dike:"Rojek ji rojan ku me bi hev re taştê dixwar xwişk û birayê min tevî zarokên wan li cem me malê kom bibûn. Rojek bû ku her kes dikeniya û kêfxweş bûn, lê ji nişkêve topek li mala me ket. Mala ku ji ber qerabalixa zarokan û kenê wan bêdeng bû. Di nava kêliyan de jiyan veguherî mirin û tarîtiyê êdî xwe li her derê serwer kir. Wê demê ez ji ser hişê xwe çûm paşê min çavên xwe li nexweşxaneyê vekir, min her pirsa malbata xwe dikir digotin baş e, lê dema ku min bihîst hemî jiyana xwe ji dest dan e min şoq derbaskir û dîsa ez ji ser hişê xwe çûm."
 
'48 sal ser bûyerê re derbas bû lê rojek bêyî girî derbas nebû'
 
Mûnayê got ku piştî bûyera bi êş malbatekê ez bi xwe re anîm Hesekê û dewam kir: "Piştî ku ez baş bûm ez çûm malê û cihê bûyerê dil û bedena min lerizî û ez ji hêza ketim. Wê demê ez 8 salî bûm û ji wê demê heya roja îro jî rojek derbas nabe bêyî girî ji ber wê jî dema ku ew bûyer tê ber çavên min ez dîn dibim. Ji malbatekê ez tenê mam û kes xwedî li min derkneket, ji ber wê malbatekê ez bi xwe re anîm Hesekê û heya temenê min bû 15 salî ez li gundê Til Erfan ku mizgefta Şêx El-Xiznewî li wir jiyam. Paşê ez zewicîm û niha 4 zarokên min hene, lê ew çûn Hesekê û ez û hevserê xwe tenê li gund dijîn."
 
'Li dijî topan min paceyên xwe bi kelpîcan girtin'
 
Mûnayê bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û got ku ew her sivîlan hedef digre û 5 mirovên hevjînê wê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û wiha pêde çû: "Dewleta tirk 3km dûrî me ye berî heyvekê komkujiyek li vir pêk anî û 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan. Dema ku topên tên e gund em xwe di malê de vedişêrin û heya serê sibehê jî em nikarin derkevin çolê û heya çira jî nikarin vêxin. Dema ku çira û tevgera me jî dibînin top û mermiyan davêjin. Min cama xwe bi kelpîçan jî sekinandiye da ku ji top nekeve û me nekuje. Jiyana me jî di xeteriyê de ye."  
 
'Bêhna Şamê jê tê'
 
Mûnayê diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta tirk di metirsiyê de ne û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ez û hevserê xwe tevî ku pêdiviyên jiyanî nayên peydakirin jî, lê me dest ji gundê xwe berneda û em bernadin jî. Gelek caran gundê me ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hate topbaran kirin û gelek top jî li derdora mala me ketin, lê dîsa jî em derneketin. Çi Şam çi Til Werid hemî axa Sûriyê ye. Ez li Şam ji dayik bûm û eger mirinek min hebe jî ez ê li Til Werid bimrim û wesiyeta min jî ew e ku eger ez bimrim, bila min li ser girê Til Werid veşêrin."
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ev çend roj in liv û tevgera dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê li gundê Inêg El-Hewa û Til Mihemed ku nêzî 3 km dûrî gundê Til Werid e, zêde bûn e, car caran gund topebaran dikin û mermiyan davêjin.