ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2019'AN

  • 09:00 13 Kanûn 2019
  • Rojev
*Bedîa û Wezîre Şenay xwişkên hev in û li Çarşiya Şewitî ya Amedê firoşgehek vekirin. Tiştên ku li froşgehê tê firotin bi keda destê jinê tê çêkirin. Jin tiştên ku li mala xwe çêdikin tînin li froşgeha Bedîayê datînin û li vir difiroşin.  DÎMEN HEYE 
 
*Ji ber barîna baranê zarokên kampa Waşokanî bi zehmetiyan re rûbûrû dimînin ji ber bêderfetbûnê nikarin pêwistiyên xwe pêwşazî bikin. Ligel bêderfetbûn û jiyaneke zehmet a zivistanê zarok daxwaza vekirina dibistanan dikin. DÎMEN HEYE 
 
*Zarokên Efrînê ji ber êrîşan li Til Rifetê bi malbetên xwe re bi cih bibûn carek din bi êrîşan re rûbirû man û gotin: "Em naxwazin bimirin em dixwazin jiyanek xweş û bi aram bijîn. Mafên me yên li kolanan lîstîn ji holê hat rakirin." DÎMEN HEYE 
 
*Mûnaya ku ji zaroktiya xwe de ji ber topebaranê li Şamê malbata wê tevahî hat qetilkirin û ew bi tenê ji mirinê filitî. Mûna bi hevjînê xwe yê 80 salî niha li gundê Til Weridê dijî. Mûnayê ligel êrîşan dest ji gundê xwe berneda û got: "Wesiyeta min jî ew e ku eger ez bimrim, bila min li ser girê Til Werid veşêrin, ji ber ku li vir bêhna Şam jê tê." DÎMEN HEYE 
 
* Li dijî gendeliyê ev du meh in li Iraqê xwepêşandan didomin. Xwepêşandar daxweza guherîna desthiladariyê dikin. Her wiha di nav xwepêşandanan de jin jî cih xwe girtin. DÎMEN HEYE 
 
*Guler Tunç a ku bi hêva azadiyê ya kesên li hember zilmê serî netewandin dijî û têkoşîna xwe berdewam dike dibêje "Li cihê hêvî hebe azadî jî heye." BI DÎMEN
 
*Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Qelqeliyê ku hevşaredara wan hat girtin û qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, civaknas Neslîhan Şedal got: “Ez carek din dibêjim ku em bi feraseta ku li dijî jinê her cureyê polîtîkaya dijminahiyê dimeşîne, naxebitim.” DÎMEN HEYE 
 
*Parêzer Mehtap Sakîncî diyar kir ku di darizandina gumanbarên fîrarî ya komujiya Gara Enqereyê de pêşketin heye lê divê 19 gumanbar di çarçoveya sûcên mirovahî de bên darizandin û got: “4’emîn Dadgeha Cezaya Giran xwe ji vê da alî. Dosya di pêvajoya îstînafê de ye. Piştî dadgehê bi komî avêt Dadgeha Îstînafê şûnde, ev nayê wateya ku ev gumanbar ji vî sûcî nayên darizandin.”BI DÎMEN
 
*Parlamentera HDP’ê Semra Guzel, bertek nîşanê operasyona li 8 gundan pêk hatiye û 20 kes bi Îşkencê hatine binçavkirin da û got: “Bi van polîtîkayan nikarin bi gel serî bidin tewandin. Gelê Kurd ji pêvajoyên girantir derbas bûye. Lê tu car serî netewandiye." DÎMEN HEYE 
 
*Piştî qeyûm tayînê şaredariya Îpekyol a Wanê bû şûnde hevşaredarê wê Azîm Yacan jî hat girtin û Azîm Yacan ji Wanê surgunê Erziromê hatibû kirin û li wir sê rojan di hucreyê de mabû û piştre girtibûn koxuşa yek kesî. Dayika Azîm, Suheylya Yacan diyar kir ku li hember Azîm tecrîd pêk tê û wiha got: “Îradeya gel tune dihesibînin. Lê ew her ku tecrîdê pêk bînin em ê zêdetir xwedî li îradeya xwe derkevin.”
DÎMEN HEYE 
 
* Li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bi ser koguşê de hatibû girtin û ji bi zor DNA’ya Esîn Kavruk hatibû girtin û li wê û hevalên wê îşkence hatibûkirin. Birayê Esînê, Ahmet Kavruk diyar kir ku wê der barê mijarê de serlêdana sûc bikin û got: “Em ê dijhiqûqê teşîr bikin û li dijî van pêkanînan xeta têkoşînê ava bikin. Em ê bi hev re têkoşînê bidomînin.”