'Yekîtî dê hêzê bide civaka kurd'

  • 15:57 12 Kanûn 2019
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Jinên siyasetmedar ên ku tevlî komxebata siyasî ya li Kobanê hatiya lidarxistin bûne, derbarê komxebatê de wiha gotin: "Bangewaziya me ji hemû partiyên siyasî yên Kurd re heye ku yekîtiya xwe xurt bikin û bibin hêza civaka kurd."
 
Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebata siyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" bi tevlîbûna 200 delegeyan li baxçeya Ronîwar a Kobanê didome. Di roja yekemîn a komxebatê de rewşa civakî (olî û perwerdeyî) û siyasî ya herêmê hat goftogukirin. Di roja duyemîn a komxebatê de ji aliyê beşdaran ve berdewamiya rewşa siyasî diplomasî û zagonan tê nîqaşkirin. Siyasetmedarên jin ên ku tevlî komxebatê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
 
'Ji bo mafên xwe dixebitin' 
 
Endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê Fewziye Ebdî bal kişand ser girîngiya komxebatê û wiha got: "Em wek partiyên siyasî yên li Kobanê em tevlî komxebata siyasî ya ji bo nîqaşkirin û lêkolîn kirina rewşa Kurdan di hemû aliyan de bûn e. Komxebat bi nêrînên partiyên siyasî li ser rewşa siyasî ya herêmê, rewşa perwerdê, têkîliyên diplomasî û rewşa civakê, berdewam dike. Di komxebatê de nêrînên cuda cuda derdikervin pêş. Her wiha komîteyeke hat avakirin ji bo pêşniyar û nêrînên beşdaran belge bikin û di dawiyê de bigihêjin encamekê. Partiyên me yên siyasî hewldidin di nava civakê de kar û xebateke baş bidin meşandin û ji bo Gelê Kurd di pêşerojê de bibin xwedî maf dixebitin."
 
'Pêwiste partiyên Kurd yekîtiya xwe xurt bikin'
 
Endama Partiya Çep a Kurdên Sûriyeyê Sunya Îbrahîm di derbarê komxebatê de wiha nêrîna xwe anî ziman: "Komxebata me li ser esasî nîqaş kirin sê xalên girîn weke civakî, aborî û siyasî hat li darxistin. Du roj in di komxebatê de nîqaşên girîng tên kirin. Tiştê herî girîng jî ku partiyên siyasî yên Kurd bibin yek. Rojavayê Kurdistanê niha di rewşeke zehmet re derbas dibe. Dewleta tirk û hevkarên wê ji 9'ê cotmehê ve êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Piştî dagirkirina kantona Girê Spî û Serêkaniyê wek partiyên siyasî yên Kurdî me pêwîstî dît ku em li hev kombibin û rewşa herêmê nîqaş bikin û bigihêjin encamekê. Bangewaziya min ji partiyên siyasî yên dervayî Rojavayê Kurdistanê ku em yekîtiya xwe xurt bikin û bi hev re li hember dijminên Gelê Kurd li ber xwe bidin û serkeftinên mezin bi dest bixin."