Çalakiyên pêngava 16 rojî ya dijî şîdetê bi dawî bûn

  • 15:26 12 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê bi panel û pêşangehekê çalakiyên pêngava 16 rojî ya di çarçoveya 25'ê Mijdarê de hatin destpêkirin bi dawî bûn.
 
Komela Jinan a Aştî ya Bexda bi hevkariya Peymangeha Hunerên Xweşik a Kerkûkê bi vekirina pêşangehek a şêwekarî û panalekê ya li Hola Rewşenbîrî ya Kerkûkê pêngava 16 rojî ya di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê hatî destpê kirin bi dawî kir.
 
Di destpêka panelê de bal kişandin li ser şîdeta li ser jinan. Piştre derbarê kêmkirina şîdeta li ser jinê de guftûgo di navbera beşdaran de pêk hat. Piştre jî pêşangehek a şêwekarî ji aliyê Xwendekarên Peymangeha Hunerên Xweşik a Kerkûkê ve hate vekirin. Piraniya tabloyan li ser êşên jinan bûn.