Li Parlamenta Ewropayê konferansa Rojava didome

  • 14:19 12 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parlamentoya Ewropayê (PE) konferansa bi mebesta piştevaniya li Rojava û dijî êrîşên dewleta tirk di roja duyan de didome.
 
Beşê duyêmîn yê konferansê ku roja çarşemê dest pê kirî, 09.30'an wê dest pê kir û mijarên êrîşan, sedem û encamên wê, çima hêzên navnetewî nebûne asteng, helwesteke çawa dikare were nîşandin, ji ber sûcên dewleta Tirk li ser zemîna hiqûqî wê çawa hesab were pirsîn, projeya Rojava û rêyên derketina ji krîza Sûriyeyê werin gotûbêjkirin.
 
Di nav qisekeran de nûnerên ji Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, parlamenterên Ewropî, akademîsyen, nûnerên rêxistina civaka sivîl û nûçegihan jî hene.
Meşrûkirina terorîzmê û komên terorîst a bi destê dewletê beşek ji konferansê pêk tîne, damezirînerê Mala Çavdêr a Mafê Mirovan a Sûriyê û midûrê wê Usama Silêman wê li vê mijarê vekole. Nûçegihanê Misrî Nashet Elheedey wê êrîşkariya Tirk a li ser cîhana Ereb vebêje.
 
Di nav qisekeran de ku bala mirov dikişînin sefîrê karê mirovan ê ji Wezareta Karê Derve yê Swêd Per Orneus jî heye. Orneus wê nerîna Ewropayê ya li ser dagirkeriya Tirk binirxîne. Dîplomatê berê û şêwirmendê siyasî yê Emerîkî Peter W. Galbraîth wê li ser wê mijarê rawestê ka bi çarçoweya hiqûqî çi bersiva Tirk heye.
 
Prof. Dr. Davîd Graeber ji bo aştiyê li ser rista civaka sivîl wê raweste, Seroka Komîteya Rêveber a Meclîsa Demokratîk a Sûriyê Îlham Ehmed li ser pirsa, ''Divê çareseriyeke çawa ji bo şerê Sûriyeyê were dîtin'' wê nirxandinan bike.
 
Duh di konferansê de Wezîrê Karê Derve yê berê yê Fransayê Bernard Kouchner axivîbû û gotibû: ''Rûdanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji barbariyê pê ve bi gotineke dî nikarin werin gotin'' û diyar kiribû desteka wî ya li Kurdan tam e û domdar e. Bernard her wiha got ji ber ku Kurd ne xwedî dewlet in hêzên navnetewî li hemberî êrîşan bêdeng in û bal kişande ser dabeşbûna Kurdan a ji ber mêtingeriyê û got divê Kurd bibin yek.
 
Endama Mala Çavdêr a Radîkalbûnê ya Fransayê Dr. Amelîe Chelly bal kişandibû ser têkiliya dewleta Tirk a bi komên çete yên mîna DAÎŞ û El Nûsra re û gotibû Tirkiye hem deriyê têketin û jêderketinê yê DAÎŞ'ê ye.
 
Li konferansê bi rengekî sembolîk ji siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef re hate veqetandin, ku Hevrîn Xelef di 12'ê cotmehê de bi hovane hatibû qetilkirin. Li konferansê yek ji daxwaza sereke ew e ku dewleta Tirk ji ber sûcên ku kiriye were darizandin û Yekîtiya Ewropayê bibe xwedî helwesteke tund.