Parêzerên Abdullah Ocalan serî li dozgeriyê dan

  • 14:13 12 Kanûn 2019
  • Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muvekkilên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye Razîye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bîlmez, bi boneya bi muvekîlên xwe re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. 
 
Parêzerên Abdullah Ocalan Newroz Uysal û Rezan Sarica, piştî hevditina 8 salan herî dawî di 2'yê gulan, 22'yê gulan, 12'yê hezîran, 18'ê hezîran û 7'ê tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribûn. 
 
Parêzer piştî hevdîtina 7'ê tebaxê carek din serlêdana wan nehat bersîvandin. Hemû serlêdanên parêzeran bê bersîv hatin hiştin.