Komxebata Yekîtiya Rewşenbîran di roja duyem de didome

  • 13:56 12 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebata siyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" di roja xwe ya duyem de bi guftugoyên siyasî û zagonî didome.
 
Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebeta siyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" bi armanca lêkolîn û nîqaşkirina rastiya Kurd a di hemû waran de û rewşa Kurd a berê şoreşa Rojava û piştî şoreşê, bi amadebûna 100 delegeyan ji kesayetên rewşenbîr û nûnerên partiyên siyasî duh li baxçeya Ronîwar ê Kobanê despêkiribû, di roja xwe yê duyem de didome.  Di roja yekemîn a komxebatê de rewşa civakî (olî û perwerdehî) û siyasî ya herêmê hat guftugokirin. Îro jî rewşa siyasî diplomasî û zagonî tê nîqaşkirin. 
 
'Di dîrokê de heya roja îro mafê Kurdan tê binpêkirin'
 
Fewziye Ebdî li ser rewşa diplomasî nêrîna xwe pareve kir û wiha axivî: "Di dîrokê de kurd ji diplomasiyê qutbûn û ne dikarîn bi awayekî azad kar û xebatên diplomasî bidana meşandin. Ji ber ku netew-dewletan rê nedina Kurdan di beşê diplomasî de xwe pêşbixin. Îro asta diplomasiya me ne di asteke bilind de ye. Di dîrokê de heta roja me ya îro mafê Kurdan di her alî de tê binpêkirin. Gelê Kurd di dîrokê de timî hewl dida ku têkiliyên xwe bi dewletan re û bi taybet jî Rûsya re çêbike, lê dewleta Rûs her îxanet li wan kir. Gele Kurd bi salan e têkoşîn dikin ji bo ku bibin xwedî maf û werin qebûl kirin."
 
Komxebat bi nîqaş kirina rewşa siyasî ji aliyê beşdaran ve didome.