Li Dutaxê du jin hefteyeke di bin çavan de ne

  • 10:49 12 Kanûn 2019
  • Rojane
AGIRÎ - Li Dutaxê ji gundiyên ku ku bi îşkenceyê hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin, li bendê ye ku Zozan Kaya Û bîrgul Çetîn ên hefteyeke di bin çavan de ne îro derxînin dozgeriyê. 
 
Leşkeran di 6'ê Kanûnê de bi ser gundê Mûşîyan ê Navçeya Dûtaxa Agiriyê de girtibûn. Di serdegirtina gund de Murat Kaya yê bavê 3 zarokan jiyana xwe ji dest dabû û 10 gundî hatibûn binçavkirin. Ji 10 gundiyên hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin. Di nava 10 kesên hatibûn binçavkirin de hevjîna Murat Kaya Zozan Kaya jî hebû. Zozan Kaya hêj di bin çavan de tê girtin. Di serdegirtinê de Ahmet Aksoy jî ji ber lêdan birîndar bûbû. 
 
Di serdegirtinê de Hanim Aksoy, Alîcan Aksoy, Kemal Aksoy, Ahmet Aksoy, Cemal Aksoy, Fîkret Çetin û Mehmet Siddik Çetin ên hatibûn binçavkirin, duh sewqî dozgeriyê kirin. Hanim Aksoy, Cemal Aksoy, Ahmet Aksoy û Fîkret Çetin, li dozgeriyê hatin berdan. Ahmet û Hanim Aksoy jî li dadgeha nobedar serbest hatin berdan. Cemal Aksoy û Fîkret Çetîn jî hatin girtin û şandin Girtîgeha Panosê ya Agiriyê.
 
Hevjîna Murat Kaya yê hat kuştin Zozan Kaya û Bîrgul Çetîn jî hêj di bin çavan de ne. Tê payîn ku wan sewqî dozgeriyê bikin.