KCD: Berdewamkirina tecrîdê berdewamkirina kaosê ye

  • 10:31 12 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KCD'ê bi minasebeta hefteya Mafên Mirovan daxuyaniyek da û bang li raya giştî, saziyên neteweyî û navneteweyî kir ku li dijî tecrîd û sûcên şer bikevin nav tevgerê. 
 
Bi minasebeta hefteya Mafên Mirovan, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyayaniyê de hat diyar kirin ku sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda ku li grava Îmraliyê tê berdewam kirin e û berdewamkirina tecrîdê rêbazen berdewamkirina vê kaosê ye. KCD'ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû saziyên Netewî, Navnetewî û raya giştî kir ku li dijî tecrîda dijmirovî û ev pêkanîna sûcê şer bikevin nava tevgerê. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Erdnîgariya Rojhilata Navîn ya Jeo Startejîk û Jeo Polîtîk ji bo dewlet û rejîmên antî-demokratîk cihê jiyanê ye. Li Cîhana ku mafê nifşa 3’yemîn tê axavtin de jiyana mafên bingehîn ên mirovan di bin talûkeyek mezin de ye. Kirinên ku li dijî mirov, jin, zarok û li gel wê li hemberî dîrok, erdnîgarî û civaka ku li dergûşa mirovahiyê Mezopotamya yê dijîn tê kirin ne mimkûne bê qebûlkirin.
 
Krîz, şer, mirin û koçberî...
 
Dema ku pergala hegomonîk ya Kapîtalîzmê dikeve serdema krîzê; şer, mirin û bi koçkirinan re mafên mirovan tên binpêkirin. Di vê çerçoveyê de di roj û hefteya Mafên Mirovan de ji civakên cûda bertek û nerazîbûnên ku tên, dide xwiyakirin ku rewşa heyî nayê berdawam kirin. Daxwaza gel ya azadiyê ku bi buhara Ereban dest pê kir, bi mîlyonan mirov daketin kolanan û asta ku têkoşîna Gelê Kurd a sedsalan hatiyê, krîza heyî hêj kurtir dike û arasteyî çareseriyê dike.
 
Mafên demokratîk ji holê hatin rakirin
 
Li gorî me sedema bingehîn a krîza heyî tecrîda ku li grava Îmraliyê tê berdewam kirin e. Fikir û pêşniyarên Brêz Abdullah Ocalan ên ji bo Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd sedema pêkanîna vê tecrîdê ye. Berdewamkirina tecrîdê  berdewamkirina vê kaosê ye. Li Tirkiye yê jî, desthilatdariyê, bi hewla darbeya 15’ê Tîrmehê şensê avakirina rejîmek li gorî dilê xwe bidesxist. Ji ber vê yekî mafên demokratîk ên herî kêm jî ji hêla desthilatdariyê ve ji holê hatine rakirin.
 
Vîna gel hat xespkirin 
 
Pêkûtiyên li hemberî qada siyaseta demokratîk, binçavkirin, girtin û bi tayînkirina qeyûman xespkirina vîna gel, mafê meş, çalakiyên protestoyî û êrîşên bê pîvan pêkanînên faşîzma AKP-MHP’ê ye. Ji van binpêkirinan ya herî mezin û bê hiqûqî jî sepandinên li hemberî Kongreya me, pêkûtî û binçavkirin in. Desthilatdariyê bi pêkûtiyên ku li dijî civakê pêktîne, welat veguherandiye qada rûniştandina darizandinê.
 
Ji ber pergala baviksalarî kuştina jinê didome
 
Ji ber domdariya şer û êrîşan, butçeya gel ji bo aboriya şer û serayê tê veqetandin û gel ber bi xizanî û bê çareseriyê ve hatiye kaşkirin. Polîtîkayên, qetilkirina sedan jinan a her sal, berdewamkirina pergala baviksalarî û rejîma heyî jî bi awayekî hevrast berdawam dike.
 
Tecrîd domandina şer û kaosê ye 
 
Ev sepandinên ku di van rojên ku mafê mirovan tê axavtin de bi seranserê xwe her yek binpêkirinek mezin e. Mixabin binpêkirina mafê mirovan ên ku di serî de li grava Îmraliyê û li girtîgehên din tên meşandin de nayên qebûlkirin. Berdewamkirina tecrîda li Îmraliyê beramberî daxwaza berdewamkirina şer û kaosê ye. Desthilatdariya AKP-MHP’ê dê berpirsiyarê exlaqî, wijdanî, siyasî û hiqûqî ya tecrîda li ser brêz Abdullah Ocalan tê meşandin û hezaran girtiyên nexweş ên siyasî be. Li tu welatên Cîhanê tecrîda dijmirovî  û pêkanînên dijhiqûqî ya ku li Îmraliyê tê meşandin tuneye. Divê desthilatdar dev ji bê hiqûqiya ku li greva Îmraliyê û li tevahî girtîgehan pêk tîne berde. 
 
Şer û tecrîdê bi dawî bikin
 
Bi minasebeta roj û hefteya Mafê Mirovan, em bang li hemû saziyên Netewî, Navnetewî û raya giştî dikin, ji bo ku tecrîda dijmirovî û ev pêkanîna sûcê şer bê bidawî kirin bikevin nava tevgerê. Her wiha em bang li hemû gelên xwe û raya giştî ya demokratîk dikin ku li hemû qadên jiyanê li dijî şêwazên mêtîngeriya berfireh ku pêk tê derkevin, maf û hiqûqa mirovî di warê bingeha herêmî û navneteweyî de biparêzin û xwedî lê derkevin.