Hevşaredar Nîlufer Elik Yilmaz hat binçavkirin

  • 10:30 12 Kanûn 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin, hat binçavkirin. 
 
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê vê sibehê polîsan bi ser mala Hevşaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz a ku di 4’ê mijdarê de li ser fermana Wezareta Karên Hundir ji ser kar hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û Cîgira Hevşaredarên Qoserê Dîlber Sulhan de girt. Polîsan li malan lêgerîn pêk anî û piştî lêgerînê Nîlufer û Dîlberê binçav kirin. 
 
Hat zanîn ku Nîlufer û Dîlberê di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin hatine binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Mêrdînê.