'Êrişkar zarokan hedef digire'

  • 09:22 12 Kanûn 2019
  • Rojane
Fîdan Ebdullah
 
ŞEHBA - Zarokên ku di encama komkujiya Til Rifetê de birîndar bûne, Dayikên wan axivîn û gotin: "Ji bo em rastî komkujiyê neyên em ser axa xwe koç bûn û li Til Rifetê bi cih bûn, lê rojane Erdogan û çeteyên wê êrîşên me dike û komkujiyan pêk tîne."
 
Di 2'yê kanûnê de dewleta tirk bi topan êrîşî Til Rifetê kir, di encamê de 10 kes ji wan 8 zarok jiyana xwe ji dest dan û 12 ji wan 10 zarok bi giranî birîndar bûn. Niha jî ew zarokên ku birîndar bûne, di temenekî biçûk de parçeyek ji bedena xwe winda kirin. Dayikên zarokan axivîn û gotin: "Dê kî hesabê van êrîşan bide û ma sûce van zarokan çiye?
 
'Kurê min di encama komkujiyê de lingê xwe winda kir' 
 
Edhem Hesûn a 5 salî di encama êrîşên dewleta tirk de lingê xwe winda kir, dayika wê Rûken Bîlal axivî û wiha got: "Piştî derketina me ji Efrînê careke din em ji êrîş û kiryarên dewleta tirk xilas nebûn. Ji bo em rastî komkujiyê neyên em ser axa xwe koç bûn û li Til Rifetê bi cih bûn. Rojane Erdogan û çeteyên wê êrîşê li me dike û komkujiyan pêk tîne. Du kurê min di encama komkujiya Til Rifetê de birîndar bûn û yek ji wan lingê xwe winda kir û hîn 5 salî ye."
 
'Ew zarokên ku li kolanan dilîstîn ne leşkerin'
 
Rûkenê balkişand ser bêdengiya dewletên navnetewî û wiha domand: "Hemû dewlet bi Erdogan re bûne hevkar û komkujiya ku Erdogan pêk tîne, hemû bêdeng dimînin. Ev zarok ne leşkerin ku hatin hedef girtin, tenê li kolanan ji xwe re dilîstin. Gelek zarok wek kurê min bûn, pêwistiya wan bi alîkarî heye. Çiqas êrîş li ser me werin jî em dev ji berxwedana xwe bernadin." 
 
'Kurê min her du çavên xwe winda kirin'
 
Bêrem Ekîlo ya 12 saliye di êrîşên 2'yê kanûnê de li gel hevalên xwe birîndar bû û du çavên winda kir, dayika wê Leyla Mihemed axivî û wiha pêde çû: "Dema ji aliyê dewleta tirk ve top hat avêtin, min dizanî kurê min jî li kolanan li gel hevalên xwe dilîze. Despêkê ez çûm kurên cîranê xwe xilas bikim, paşê agahî hat ku kurê min jî birîndar bûye û rakirine nexweşxaneyê. Despêkê min nedizanî rewşa kurê min xetere, paşê bijîjk got her du çavên xwe winda kiriye. Erdogan çi ji zarokan xwest, ma çi sucê wan zarokan hebû ku armanc girt, dê kî hesabê van êrîşan bide? Kurê min heya niha jî di nexweşxanê de ye û rewşa wê ne başe."