'Armanca êrîşan qirkirina Gelê Kurd e'

  • 09:21 12 Kanûn 2019
  • Rojane
Delal Cemîl
 
QAMIŞLO - Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a herêma Cizîrê Sebah Osman di derbarê êrîşên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: "Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze dengê azadiya wekheviyê bifetîsîne, lê em nahêlin ku dengê azadiyê were qutkirin."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê di 9'ê cotmehê de êrîşî Rojava kir. Di encama van êrîşan de bi hezaran sivîl ji cih û warên xwe bûn, çekên qedexikirî li hember sivîlan hat şuxilandin û  bi dehan ji wan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Têkîldarî mijarê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sebah Osman nêrînên xwe parve kir.
 
'Armanca êrîşan qirkirina Gelê Kurd e'
 
Sebahê di destpêka axaftina xwe de behsa roja 9'ê cotmehê roja êrîşa dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha pê de çû: "Di 9'ê cotmehê de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Armanca van êrîşan qirkirina Gelê Kurd bû. Dewleta tirk û hevkarên wê seneryayo Efrînê car din li Serêkaniyê û Girê Spî dubare kirin."
 
'Tolhildana gel li hember êrîşan mezintir e'
 
Sebahê diyar kir ku dewleta tirk roj bi roj êrîşên xwe bi şêwazên cur bi cur li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dike û wiha domand: "Dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê, roj bi roj êrîşên xwe yên bi şêwazên cur bi cur li ser Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh dike. Armanca Erdogan û çeteyên wê ew e ku vê şoreşa jinê têk bibe, lê li hember her êrîşek qirker a dewleta tirk, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedaneke bêhempa raber kir û roj bi roj tolhildana gel li hember êrîşên dewleta tirk mezintir dibe."
 
'Em nahêlin dengê azadiyê were qutkirin'
 
Sebahê di nav axaftina xwe de destnîşan kir ku komkujiya ku li Helebçeyê pêk hat li Til Rifetê dubare bû û wiha pê de çû: "Komkujiya ku li Helebçeyê pêk hat îro dewleta tirk li Til Rifetê dubare kir. Hovîtiya Erdogan gîha asta ku zarokan bike hedef û wan qetil bike. Dewleta tirk bi van êrîşan dixwaze dengê azadiya wekheviyê bifetîsîne, lê em nahêlin ku dengê azadiyê were qutkirin."
 
'Rêxistinên mafê mirovan bêdeng û çavgirtî ne'   
 
Sebahê herî dawî bal kişand ser bêdengiya Rêxistinên mafê mirovan ya cîhanî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk ji bo ku xewnên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne êrîş dike. Her şêwazî bi kar tîne. Ev dewletên ku dibêjin em parastina mafê mirovan dikin, çima li hember dagirkeriya dewleta tirk heta niha bêdeng in û çavgirtî ne? Rûsya û Emerîka jî dixwazin îro berjewendiyên xwe û planên xwe li ser vê axê bidin meşandin."