'Zindîbûna terora DAIŞ'ê xeteriya li ser tevahî cîhanê ye'

  • 09:20 12 Kanûn 2019
  • Rojane
Sara Şêx Hesen
 
HELEB - Endama  Meclisa Sûriyeya Demokratîk  Fatma Hûsên, derbarê xeteriya zindîbûna çeteyên DAIŞ'ê de nêrîna xwe anî ziman û got: "Terora DAIŞ'ê civak di tehlûkeyan re derbas kir. Zindîbûna terora DAIŞ'ê xeteriya li ser tevahî cîhanê ye. "
 
Piştî bi dawîbûna terora DAIŞ'ê di aliyê leşkerî de, bi rêbazên nû xwe zindî dike. Şaneyên razayî yên DAIŞ'ê, bi êrîşên dewleta tirk re dîsa ketin nava tevgerê de û her roj di kampa ku lê dimînin tevliheviyan derdidixin û dixwazin birevin. Hişmendiya terorê heta niha di mêjiyê wan de zindî ye û hêviyên  wan bi vegera dewleta islamî xurt e. Têkildarî mijarê Endama Meclisa Sûriya Demokratîk ya Helebê Fatma Hûsên nêrîna xwe anî ziman û ji ajansa me re parve kir.    
 
'Terora DAIŞ'ê dixwazê civakê tune bike'
 
Fatma  di destpêka axaftinên xwe de li ser xeteriya çeteyên DAIŞ'ê wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê di nav civakê de gelek komkujî pêk anîn. Dema çeteyên DAIŞ'ê derketin, di bin navê islamê de xwe bi rêxistin kirin. Di rastiya DAIŞ'ê de islamiyet gelek dûr e. Çeteyên DAIŞ'ê bi taybet di şexsê jinê de tiştên bê exlaqî didan meşandin. Heya roja îro jî teqînan çêdikin û mirovan qetil dikin, bi van kiryaran dixwazin civakê tune bikin."
 
'Civakê êşeke mezin ji  terora DAIŞ'ê dît'
 
Fatmayê di dewama axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên çeteyên DAIŞ'ê  derheqê zarok, civak û jinê de û wiha domand: "Çeteyên DAIŞ'ê bi hişmendiya xwe ya paşverû, zarokên jî perwerde dikin. Di temenekî biçûk de, mirovan bi destê zarokan didin qetilkirin. Zarokan fêrî hemû cûreyên işkenceyê dikin. Zarok ji zaroktiya wan dûr hiştine. Ji bo civakê tiştekî saxlem nehiştin, her roj teqînan derheqê civakan de pêk tînin û di encamê de mirovên bê sûc dibin qurbaniya kiryarên wan ên hovane. Em dikarin bêjin  jin jî bê par nema ji kiryarên wan û ya ku herî êş ji wan dîtin jin bû. Jin dihat firotin, tecawizkirin û recimkirin. Mafê jin yê jiyanê tune bû. Ji bo wê jî civakê êşeke mezin ji DAIŞ'ê dît û heya niha jî şûnmayiyên wê ji bîr nabin."  
 
'Dewleta tirk avakerê terora DAIŞ'ê ye'
 
Fatma di dawiya axaftinên xwe de  behsa girêdana dewleta tirk a dagirker bi DAIŞ'ê re  kir û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Girêdana hêzên terorê bi hev re ji mêj de ye. Dewleta tirk avakerê terora DAIŞ'ê ye. Heya niha DAIŞ xwe bi tirkiyê bi hêz dibîne. Ji bo wê  jî zindîbûna DAIŞ'ê xeteriya li ser tevahî cîhanê ye."