‘Li Tirkiyeyê mafê mirovan tune ye’

  • 09:09 12 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Jinan diyar kirin ku Tirkiye dîsa di hawira zext û şîdetê de ketiye Hefteya Mafên Mirovan û got mafê hilbijartinê ji destê wan hatiye girtin. Jinan her wiha daxuyakirin ku qeyûm tayînê îradeya wan kirine û mafê wan ê hilbijartinê tê xespkirin. 
 
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di sala 1948’an de 10-17’ê Kanûnê de Peymana Gerdunî ya Mafên Mirovan îlan kir û ev dîrok di heman demê de Hefteya Mafên Mirovan hat qebûlkirin. Tirkiyeye jî ev peyman di  sala 1950'î  de Îmze kir û di 1954’an de ket meriyetê. Ev peyman di warê mafên mirovan de wek referans tê dîtin. Welatiyan diyar kirin ku Hefteya Mafên Mirovan bi gelek binpêkirinên mafan tê pêşwazîkirin.
 
Jina bi navê Nuriye Karakoyun got ew dibînin ku mafên mirovan çawa tê xespkirin û got: “Mafê hilbijartinê tê binpêkirin. Hevşaredar, parlamenter tên binçavkirin û girtin. Qeyûm tên tayînkirin. Tu wateya hilbijartina tê kirin tune ye. Mirov nikarin ji vê re bêjin mafê hilbijartinê ye. Desthilatdarî mafê mîlyonan kesî xesp dike.”
 
‘Ka mafê gelê Kurd’
 
Nuriyeye di berdewamiyê de balkişand ser êrîşên li ser mafên Gelê Kurd û got: “Ka mafê ziman, ol, nîjadê. Ji ber êrîşên nîjadperest em nikarin zimanê xwe biaxivin. Em nikarin van bêtehemuliyan qebûl bikin. Yên herî zêde zext dîtine Gelê Kurd e. Ji ber vê Gelê Kurd bi awayekî azad nikare bijî.”
 
‘Divê mafên mirovan hebe’
 
Elîf Kesen jî balkişand ser newekheviya jin û mêr ya di jiyana xebat û aboriyê de û wiha pê de çû: “Wekheviya jin û mêr tune. Ji ber ez li ser piyên xwe disekinim û pereyê xwe qezenc dikim zextê dibînim. Dibêjin tu jin î nikarî bixebitî. Lê mêr bi rehetî dixebite. Em jin li dijî vê serî natewînin.”
 
Berîvan Keskîn jî kuştinên jinan bibîr xist û got ji ber gumanbar cezayên pêwist nagirin, kuştin her tim didomin û got li her qadê binpêkirinên mafan her diçin zêde dibin.