Girtiya nexweş Fatma Ozbay nayê dermankirin

  • 09:04 12 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN - Fatma Ozbay ku 22 sal in di girtîgehê de ye û teşîsa pençeşêra memikan lê hatiye danîn, surgunê girtîgeha Tîpa E ya Erziromê hat kirin û ji ber li wir nehat dermankirin nexweşî li bedena wê belav bû. Fatma ku nikare hewcedariyên xwe yên şexsî jî pêk bîne, dixwaze sewqî cem xwişka xwe Sulumser Ozbay ya li girtîgeha Şakranê ye.
 
Girtiya bi navê Fatma Ozbay ku bi nexweşiya pençeşêra memikan ketiye rewşa wê her diçe giran dibe û hewl dide bi dermanên kemotarapiyê li ser piyan bisekine. Fatmayê tiştên dijî bi nameyekê vegot û got nexweşî li organên din jî belav bûye.
 
‘Her tim astengî çêdibin’
 
Fatmayê bi lêv kir ku her tim di dermankirinê de pirsgirêkan dijî û ji ber vê jî êdî hatiye asta ku nikare hewcedariyên xwe bike û wiha pê de çû: “Ewil porê min weşiya. Piştî asta 5’emîn şûnde destên min dişewitîn. Piştî ya 6’an neynûkên min mor bûn û çermê min weşiya. Min dermankirina onkolojî dît di bin çengê min de 4 nodul çêbûn. Girseya di memikê de jî 3 santîmetre ye. Niha milê min yê çepê bê bandor maye.”
 
Fatmayê daxuyakirin ku gumana ku pençeşêra memikan avêtiye malzarokê heye û tevî vê xetereyê jî hîna nayê dermankirin.
 
Fatmayê destnîşan kir ku berê bi xwişka xwe Gulser Ozbay re li girtîgeha Mîdyat a Mêrdînê maye û piştî surgunê ew surgunê Erziromê û xwişka wê jî surgunê Şakran a Îzmîrê kirine. Di pêvajoya girtina Fatmayê de dê û bavê wê jî çûne ser dilovaniya xwe û tenê ya diçû hevdîtina wê xwişka wê ya din bû.
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li Tirkiyeyê girtî terkî qedera wan hatiye kirin û got ew dixwaze wê sewqî cem xwişka wê ya li Şakranê bikin.