Li Amedê bi ser 29 malan de hat girtin

  • 16:58 11 Kanûn 2019
  • Rojane
AMED - Li navenda Amedê û hin navçeyên wê di serdegirtinên malan de 17 kes hatin binçavkirin. 
 
Li navçeyên navendî Rezan û Peyas û navçeyên Pîran, Licê, Hênê û Karazê yên Amedê cendirmeyan vê sibehê bi ser 29 navnîşanan de girt. Piştî lêgerîna li malan pêk hat 17 kes binçav kirin û birin Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. 
 
Walîtiya Amedê derbarê binçavkirinan de daxuyanî da û ragihand ku 17 kes bi hênceta “alîkarî dane rêxistinê” hatine binçavkirin.