Li Helebê pêşangeha wêneyan hat lidarxistin

  • 15:34 11 Kanûn 2019
  • Rojane
HELEB - Bi pêşengtiya Partiya Sûriya Pêşerojê di çerçoveya rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê de pêşengeha wêneyan bi dirûşmeya "Îradeya me ji şidetê bi hêztir e, destê li hember zilmê rakin" hat lidarxistin.
 
Di çerçoveya rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê de Partiya Sûriya Pêşerojê pêşengeha wêneyan bi dirûşma "Îradeya me ji şidetê bi hêztir e, destê li hember zilmê rakin" li hola civînê a MSD'ê hat lidarxistin. Bi dehan sazî û dezgehên jin beşdarî pêşangehê bûn. Wêneyên ku hatine pêşkêşkirin, li ser tundiya jinê, zarokên ku bi temenê biçûk hatine zewicandin û wêneyên şehîdên berxwedana rûmetê hatibûn xêzkirin, yên ku wêne xêz kirine şêwakarên jin bûn. Hol bi wêneyên Hevrîn Xelef û têkoşerên azadiyê hatibûn xemilandin. Dê pêşengehê du rojan dom bike. 
 
Pêşangeh bi deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Partiya Sûriyê Pêşeroj Xalîde Ebdo bal kişand ser armanca pêşengehê û wiha got: "Pêşengeh ji bo rêzeçalakiyên 25'ê mijdarê hat lidarxistin. Em dixwazin bi wêneyên xwe peyam bişînin civakê ku jin dikare zincîrên koletiyê bişkîne û bi îradeya xwe azad bijî. Ev pêşangeh bi pêşengtiya jinên şêwekar ve hatiye amadekirin. Hemû wêne êşa jinê dide diyarkirin. Di heman demê de têkoşîna jinê jî dide diyarkirin."
 
Piştî axaftinê, sinevîzyonek têkîldarî jiyana Hevrîn Xelef û tundiya li ser jinê hat pêşkêş kirin. Herî dawî beşdarvan wêneyên ku hatine xêzkirin temaşe kirin.