Tirkiye di warê newekheviya zayendî de di rêza 66'an de ye
- 15:19 11 Kanûn 2019
- Rojane
NANVENDA NÛÇEYAN - Li gorî Rapora Neteweyên Yekbûyî a Bernameya Pêşveçûna Mirovan Tirkiye di nav 189 welatan de di rêza 59'emîn de cih girt û di warê Newekheviya Zayendî ya di Nava Civakê de jî di nava 162 welatan de di rêza 66'emîn de cih girt.
Bernameya Pêşeveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî (UNDP) Rapora xwe ya 2019'an a Pêşveçûna Mirovan aşkera kir. Li gorî raporê tirkiye di warê pêşveçûna mirovan de di nava 189 welatan de di rêza 59'emîn de cih girt û di warê newekheviya zayendî ya di nava civakê de jî di nava 162 welatan de di rêza 66'emîn de cih girt.