'Biryara Encûmena Bilind a Fetwa bêrêzdariya li dijî jinê nîşan dide'
- 15:18 11 Kanûn 2019
- Rojane
Have Elma
SILÊMANÎ - Rêxistina Azadbûn ji bo Tiwanasazî, Takgerayî û Geşepêdana Mirovî, gelek rojnamevan, aktîvîst û rêxistinên jinan daxwaz kirin ku Encûmena Bilind a Fetwa biryarên xwe paşde bikişîne. Her wiha jinê Silêmanîyê jî bertek nîşanî biryarê dan û nêrînên xwe parve kirin.
Li navenda Rêxistina Azadbûn ji bo Tiwanasazî, Takgerayî û Geşepêdana Mirovî ya Silêmaniyê der barê biryarên Encûmena Bilind a Fetwa ya girêdayî Yekîtiya Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyeke çapemeniyê hat lidarxistin.
Tevî Rêxistina Azadbûn ji bo Tiwanasazî, Takgerayî û Geşepêdana Mirovî, Rêxistina Geşepêdana Xelk, Rêxistina Geşepêdana Demokrasî û Mafê Mirovan (DABÎN), Koma Balansî Cênder, Encûmena Bilind a Xaniman, parlamenter, rojnamevan û aktîvîstên jin tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn.
Beyannameya ku li ser navê jinan arasteyî raya giştî, Parlamentoya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Herêma Kurdistan, Serokatiya Encûmena Wezîran, Encûmena Dadweriya Herêma Kurdistan, Encûmena Bilind a Fetwa ya girêdayî Alimên Îslamî ya Herêma Kurdistanê, Neteweyên Yekbûyî, balyozxane û konsolosxaneyên welatan, sazî û rêxistinên ragihandin û civakên sivîl hat kirin, ji aliyê rojnamevan û aktîvîst Niyaz Ebdulah ve hat xwendin.
Di beyannameyê de hat diyarkirin ku fetwaya 4’ê Kanûnê ya Encûmena Bilind a Fetwa ya Yekîtiya Alimên Îslamî yên Herêma Kurdistanê li dijî mafên di destûra bingehîn a Iraqê, yasayên Herêma Kurdistan û Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan de hatine diyarkirin e.
Di dawiya beyannameyê ev xal hatin destnîşankirin:
* Encûma Bilind a Fetwa divê fetwayê paşde bikişîne, dest ji her fetwa û daxuyaniyên li hember jinan dibin sedema heqaretê û zewtkirina mafên wan. Pêwîst e Yekîtiya Zanayan rêz ji azadiya takekesî û mafên mirovan re bigire.
*Em daxwaz dikin ku ji jinan û kasibkarên ajokaran lêborîn bê xwestin ku weke metirsiyê li ser civakê rû da.
*Pêwîst e li hember jinan zemîna çêbûna sûcan neyê hiştin. Bi vê wesîleyê dezgeha ewlekariyê û dadgeh bicihanîna yasayan bi rol û erkên xwe rabin.
*Wezareta Ewqaf û mamostayên ayînî divê zindîkirina aştiya civakî û dûrketina heqareta li hember jinan ji xwe re weke rol bibînin.
Hat zanîn ku ev beyanname ji aliyê zêdetirî 200 jin û mêr ve hat îmzekirin.
'Em vê biryara ku li dijî jinan bêrêzdariyê nîşan didin qebûl nakin'
Endama Yekîtiya Jinên Kurdistanê Leyla Abdullah wiha got:"Em vê biryara ku li dijî jinan bêrêzdariyê nîşan didin qebûl nakin. Ev di heman demê de derstdirêjiya li dijî mêran e jî. Divê mêr jî li dijî vê birayarê rabin. Divê em jin hemû li dijî biryarên bi vî rengî yên li dijî azadiya jinê rabin."
'Biryara Encûmena Bilind a Fetwa bêrêzdariya li dijî jinê nîşan dide'
Sêwam Rustem wiha got:"Biryara lijneya fetwa bêrêzdariya li dijî jinê nîşan dide. Bi vî rengî jinê biçûk û tenê wekî alavek zayendê dibîne. Ev bêrêziya li hemberî tevahî mirovan e."
'Ji bo pêşî li azadiya jinê bê girtin biryarên bi vî rengî didin'
Huzan Hesen:"Ji bo pêşî li azadiya jinê bê girtin biryarên bi vî rengî didin. Ev nayê qebûlkirin. Em ê her dem li dijî biryarên bi vî rengî derkevin.
'Em ê li berxwe bidin'
Gelawêj Îsmaîl jî wiha got:"Ji bo jinan hepsî nava çar dîwaran bikin biryarên bi vî rengî didin. Lê em jin nakevin nava çar dîwaran û em ê li dijî biryarên bi vî rengî li berxwe bidin."
'Ev ne biryarek rast e'
Her wiha ajokarê taksiyê Fehmî Îzet jî nerazîbûna xwe ya li dijî vê biryarê da û wiha got:"Ev ne biryarek rast e. Ev biryar hem bandorek neyînî li ser civakê dike hem jî li ser aboriyê dike."