Jinên kurd li Hollandayê xwe perwerde kirin

  • 14:57 11 Kanûn 2019
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd li Holandayê li hev civîyan û li ser mijarên girîn xwe perwerde kirin.
 
Jinên Kurd der barê dîroka jinê û tundiya li jinê tê kirin li Hollandayê li hev kom bûn û sê rojan perwerde dîtin. Perwerdeya jinên kurd ji 6 heta 8'ê Kanûnê bi beşdariya jinên ji Hollanda û Belçîkayê pêk hat. Tevî perwerdeyê her wiha ji bo zarokan jî bername û lîstok hatin amadekirin.
 
Jinên Kurd di nava sê rojan de di mijarên "Jineolojî, tundiya li jinê, xweparastina jinê û pergala jiyana komunal" de xwe perwerde kirin. Di roja yekemîn de mijarên "Jiyana komunal", "Dîroka jinê" "Ekolojî" hatin nirxandin. Her wiha pergala Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê PKK'ê  bi berfirehî hate nirxandin.
 
Mijarên roja duyemîn a perwerdeyê "Dîroka jinê" û "Xweparastina jinê" bûn. Jinên tevli perwerdeyê bûn bi baldarî tevlî nîqaşên li ser perwerdeyê jî bûn.