Li Edîtorên ETHA'yê cezayê derketina dervê welat hat birîn
- 14:13 11 Kanûn 2019
- Rojane
STENBOL - Danişîna edîtora ETHA’yê Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayîp jê dihatin darizandin hat dîtin û dadgehê cezayê hefsa malê yê rojnamegeran rakir û cezayê qedexeya derketina derveyî welat li wan birî.
Danişîna doza edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Semîha Şahîn û nûçegihan Pinar Gayîp ku bi îdaya “Endamên rêxistinê ne” û “Propaganda rêxistinê kirine” dihatin darizandin li 23’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat dîtin. Semîha û Pinar beşdarî danişînê nebûn. Parêzerên rojnamegeran beşdarî danişînê bûn. Parêzeran xwest cezayê miwekîlê wan ên hepsa malê were rakirin.
Pişt re dadgehê biryar da ku cezayê hepsa malê were rakirin û qedexeya cezayê qedexeya derketina derveyî welat li wan birî.
Her wiha dadgehê biryara şertê kontrola edlî yê li ser Gulsen Îmre û Ferhat Harun Pehlîvan jî ji heman dozê tên darizandin rakir û doz taloqî 27’ê sibata 2020’an kir.