Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi guftugoyan didome

  • 13:33 11 Kanûn 2019
  • Rojane
KOBANÊ - Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşma "Komxebeta siyasî li Kobanê tenê bi yekîtiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" bi armanca lêkolîn û nîqaşkirina rastiya Kurd a di hemû waran de û rewşa Kurd a berê şoreşa Rojava û piştî şoreşê, bi guftugoyên civakî didome.
 
Komxebata Yekîtiya Rewşenbîrên Kobanê bi dirûşmeya "Komxebata siyasî li Kobanê tenê bi yekitiya me pêkanîna azadî û qedera me diyar dibe" bi armanca lêkolîn û nîqaşkirina rastiya Kurd di hemû waran de û rewşa Kurd berê şoreşa Rojava û piştî şoreşê, bi guftugoyên civakî û siyasî, olî û rewşa perwerdeyê didome.
 
‘Pirsgirêkên civakan wê bi hêza guftigoyên zanistî çareser bibin’
 
Beşa yekem ji guftugoyên di derbarê ol de ji aliyê Şêx Mehmûd Osman ve wiha hate şîrovekirin: "Ya rast ew e ku em bikaribin îslama rast bi civakê bidin zanîn. Kesên ku îro di bin navê îslamê de komkujiyan dikin û dijberiya civakan dikin ew hêz û kesana nikarin temsîla îslama rast bikin. Em baş dizanin ku ola îslamê ola wekhevî û yekbuyîna gelan e. Ji bo em bikaribin bi awayekî hîn baştir temsîla olan bikin em ê hewil bidin ku hemû olên di Rojhilata Navîn de heyî baştir fêm bikin û bi civakan bidin fêmkirin."
 
Rewşa pêşketin û perwerdeya herêmê 
 
Beşa perwerde û derûniya civaka Kobanê ji aliyê Zozan Bozî, Gêlo Îsa, Nîhat Ehmed û Leyla Ebdo ve di derbarê rewşa xwendin û perwerdeya civaka Kantona Kobanê de  nirxandin wiha gotin: "Beriya her tiştî pêwîst e ku em bikaribin zarokên xwe li ser zanist, felesefe, çand û zimanê dayika wan perwerde bikin. Lê belê ji ber di demên şer û pevçûnan de dibistanên me tên xerakirin û zarokên me koçber dibin em nikarin bi awayekî hîn baştir zarokên xwe perwerde bikin û civakê bigihînin astek hîn pêşketî. Armanca me ew e ku em bikaribin zarokan hîn bi awayek baştir perwerde bikin." 
 
'Di her şerekî de koçberî tên jiyîn'
 
Di heman mijara perwerdeyê û derûniya civakê de Eyşê Efendî û Parêzer Şahîn El Elî jî wiha nêrînên xwe bi rewşenbîran re parve kirin: "Ji ber şerên zêde yên di herêmên me de rewşa derûnî ya mirovan xirab dibe, bi tayibetî jî rewşa zarokan hem a derûnî û hem jî di aliyê biyolojîk de bandorên neyînî dike. Ji ber wê em wek rewşenbîrên Kobanê hewil didin ku zêdetir bi civakê re mijûl bibin û perwerdeya civakê hîn bi awayekî baştir bidin meşandin. Bi rêya rewşenbîran civak hem pêş dikeve û hem jî paş dikeve. Pêwist e rewşenbîr di her alî de civaka xwe pêş bixin. Rewşenbîrên kurd wek rewşenbîrên cîhanê nikarin bi awayekî azad bixebitin û çanda xwe pêş bixin. Ji ber ku dagirker û desthilatdar li pêş rewşenbîrên kurd dibin asteng. Tevî hemû astengiyan jî rewşenbîrên kurd heta astekê rola xwe lîstin. Kesên rewşenbîrên pêşiya me di dîroka me Kurdan de kedek bê hempa dane em ê jî ji niha û pêde hîn bi awayek baştir xwedî li vê kedê derkevin." 
 
Komxebat piştî  navberê nîvro wê bi guftugoyên zagonsaziya Kobanê bidome.