Derbarê parêzera piştgirî da malabtên girtiyan de doz

  • 11:03 11 Kanûn 2019
  • Rojane
WAN -Derbarê parêzera endama OHD'ê Ekîn Yeter a ku piştgirî da malbatên girtiyên li dijî tecîrdê greva birçîbûnê dan destpêkirin doz hat vekirin. 
 
Li Wanê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin li girtîgehan di meha Mijdarê ya 2018'an de greva birçîbûn hatibû destpêkirin û grev di Gulana 2019'an de hatibû bidawîkirin. Li bajêr di 13'ê Gulanê de daxuyanî li gel astengiya polsan hatibû dayîn. 
 
Parêzer Ekîn Yeter a ku di çalakiya ji bo piştevaniya malbatên çalakgerên di grevê de ji aliyê Platforma Demokrasiê ya Wanê ve hat lidarxistin de cih girt, derbarê wê de doz hat vekirin.
 
Derbarê endama Komelya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ekînê, ji aliyê 7'emîn Dadgeha Asliyê ve bi îdaya "tevli xwepêşandanên li dijî qanûn bûye, meş li dar xistiye û rêvebiriye" de doz hat vekriin. Daneşîna doza ku hat vekirin wê di 31'ê Knaûnê de bê kirin.